Geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê diherikin Wanê: Li otelan cih nemaye

18-09-2023
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îran Geştyar Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gelek geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe didin Wanê û li otelên bajêr cih nemaye.

Alîkarê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Fevzî Çelîktaş diyar kir ku di 8 mehên dawiyê de 480 hezar welatiyên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi rêya Deriyê Sînorî yê Kapikoyê çûne Wanê.

Fevzî Çelîktaş da zanîn ku hejmara van geştyaran par 280 hezar bû.

Çelîktaş destnîşan kir ku geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê alîkariyeke mezin didin aboriya Wanê.

Welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên ku betlaneyên xwe yên fermî û salane li Wanê derbas dikin herî zêde li xwaringeh û dikanên cilan pereyan xerc dikin.

“Otel ji sedî 100 tije bûne”

Rêvebirê oteleke li Wanê Bariş Gundal kêfxweşiya xwe anî ziman û got:

“Cihê me yê vala nemaye. Niha mêvanên me yên ku ji derve mane, yên ku cih nedîtiye û çûne bajarên cîran jî hene. Em bi vê rewşê kêfxweş in. Otel ji sedî 100 tije bûne.”

Alîkarê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Fevzî Çelîktaş ji DHAyê re axivî û diyar kir ku geştyarên ji Îranê tên ji bo bajêr wekî “febrîqeyeke bêkulek in.”

“Di rojekê de 6 hezar û 500 geştyarên Îranî hatin welatê me”

Fevzî Çelîktaş bal kişand ser girîngiya Deriyê Kapikoyê ya ji bo Wanê û got:

“Qeyrana aborî ya ku bandorê li hemû cîhanê dike, bandorê li Tirkiyê û bajarê me jî dike lê tiştê ku bajarê me xelas dike Deriyê Kapikoyê ye.

Roja 13ê Îlonê, 6 hezar û 500 geştyarên Îranî hatin welatê me. Gelek ji geştiyarên hatine bajarê me diçin bajarên Îzmîr, Stenbol û Antalyayê jî.”

Fevzî Çelîktaş got ku geştyaran wekî mêvanên xwe dibînin û diyar kir ku hatina geştyarên Îranî wan kêfxweş dike.

“Li gorî salên borî hejmara geştyaran gelekî zêde bûye”

Çelîktaş got, “Ger salê milyonek geştyar werin Tirkiyeyê û her geştyarek rojê di navbera 500 – 1000 dolarî de pere xerc bike, salê yek milyar dolar dahata welatê me çêdibe.”

Fevzî Çelîktaş herwiha amarên îsal û sala çûyî dan ber hev:

“Îsal di 8 mehan de 480 hezar geştyar hatin bajarê me. Heman serdema sala 2022yan, 280 hezar geştyar hatibûn bajêr.”

Derî 24 saetan vekirî ye

Fevzî Çelîktaş diyar kir ku berê deriyê sînorî 8 saetan vekirî dima lê niha ji bo zêdekirina geştyaran xebat hatin kirin û derî 24 saetan vekirî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst