Hêza Pêşmerge û Hêzên Iraqî li Diyala û Xurmatûyê dest bi operasyoneke hevbeş kirin

18-08-2022
RÛDAW
Nîşan Hêza Pêşmerge Hêzên Iraqî Xurmatû Diyale
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêza Pêşmerge û Hêzên Iraqê li Diyala û Xurmatûyê dest bi operasyoneke leşkerî ya hevbeş bi navê “Vîna Bihêz” kirin.

Rêveberê Binkeya Hevahengiya Hevbeş a Hêza Pêşmerge û Hêzên Iraqê li Xaneqînê Nebîl Mihemed Salih îro Pêncşemê ji Rûdawê re ragihand, operasyona hevbeş a di navbera Hêza Pêşmerge û Hêzên Iraqê de ji Xurmatûyê heta Xaneqînê ji bo pişkinîn û lêgerîna çekdarên DAIŞê dest pê kiriye.

Nebîl Mihemed Salih ragihand hêzên beşdar ên di operasyonê de wiha ne; Mîhwer (1, 2 û 3) yên Hêza Pêşmerge û Fermandeya Operasyona Diyaleyê û operasyonên Xurmatûyê û piştevaniya Hêza Asmanî ya Artêşa Iraqê.

Her wiha Şaneya Ragihandinê ya Ewlekarî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, hevkarî û hemahengiya berdewam a di navbera hêz û dezgehên ewlehiyê de, encamên erênî yên mezin ji bo derxistina paşmahiyên DAIŞê bi xwe re aniye. Qonaxa pêncem a operasyona “Vîna Bihêz” danê sibê roja Pêncşemê bi beşdariya Fermandeyê Operasyonên Diyala û Xurmatû, Fermandeya Xurmatû 1, 2 û 3 bi çavdêriya Fermandeya Operasyonên Hevbeş û Hêza Pêşmerge, bi piştevaniya firokeyên asmanî û helîkopterên artêşê dest pê kir.

Li gorî daxuyaniyê, armanca operasyonê lêgerîn û kontrolkirina deverên operasyona hevbeş di navbera hêzên federal û Herêma Kurdistanê de li navçeyên Diyala û Xurmatû ye û got, “Ew bi hev re kar dikin ji bo derxistina paşmahiyên terorîstan û jinavbirina terorîstan, çavkaniyên terorê zuwa bikin û ewlehî û aramiya herêmê biparêzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst