Teqîna li Xurmatûyê: Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir

17-11-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Xurmatû Kerkûk Teqîn Pêşmerge Şehîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser Pêşmergeyên ku li Xurmatûyê şehîd ketin peyamek belav kir.

Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Kerkûkê îro bombeyek bi Hêza Hevbeş de teqiya, 2 fermandarên Pêşmergeyan û nobedarek şehîd ketin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser bûyerê peyamek belav kir û got:

“Ev kiryareke terorîstî ye û nîşan dide ku teror hîn jî metirsiyeke rasteqîn e.”

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji xizm û malbatên Pêşmergeyên şehîd re xwest û got:

“Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku ruhê wan bi rehma û mîhrebaniya xwe şad bike.”

“Ev kiryareke terorîstî ye”

Serokê Herêma Kurdistanê ji birîndaran re jî hêviya silametiyê kir û da zanîn:

“Ev kiryareke terorîstî ye û nîşan dide ku teror hîn jî metirsiyeke rasteqîn e û gefê li aramiya Îraq, Herêma Kurdistanê, hemû herêmê û malê xelkê û bi taybetî jî li herêmên Madeya 140î dixwe.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji ber vê gefa terorê divê di hevahengiya di nevbera Pêşmerge, Artêşa Îraqê û Koalîsyonê zêdetir bibe û ew bi terorê re têbikoşin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir