KERKÛK - Mamosteyên Kurdî zarokên xwe dişînin dibistanên Erebî

11-11-2024
RÛDAW
Bernameya Ligel Renc / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Bernameya Ligel Renc / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Xaneqîn Xurmatû Legel Renj Kurdî Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêjeya xwendina Kurdî û dibistanên Kurdan li Kerkûkê û Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê kêm dibe.

Li gorî gotina hinek berpirsên Kerkûkê, mamosteyên Kurdî jî zarokên xwe dişînin dibistanên Erebî û Tirkî.

Fokusa vê hefteyê ya bernameya Ligel Renc rêjeya xwendina Kurdî û dibistanên Kurdî û rewşa Kurdî ya li Kerkûkê û Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê bû.

Li gorî hilbijartinên Meclisa Parêzgeha Kerkûkê ku sala ‏‏2023yan hatibûn kirin rêjeya Kurdan ji ya Ereb û Tirkmenan zêdetir e.

Li gorî hilbijartinê partiyên Kurdan li Kerkûkê 243 hezar ‌û 113 deng standibûn û rêjeya wan a li parêzgehê jî ji sedî 44 e.

Piştî Kurdan, di rêjeya duyem de Ereb hene. Partiyên Ereban jî ‏‏212 hezar‌ û 89 deng standine û rêjeya wan a li Kerkûkê jî ji sedî 38 e.

Her wiha di rêza sêyem de Tirkmen hene. Nûnerên Tirkmenan li parêzgehê 97 hezar û 870 deng standine û rêjeya wan a li Kekûkê jî ji 18 ye.

Ya ku balkêş e, hejmara dibistanên Kurdî ye. Hejmara dibistanên bi Erebî ji yên bi Kurdî gelekî zêdetir e.

Her çend Birêveberê Giştî yê Xwendina Kurdî ya Kerkûkê Kamêran Elî bi şanazî behsa wê yekê bike ku li 550 dibistanan 100 hezar xwendekarên Kurd hene jî mamosteyekî Kurd dîmenekî din eşkere dike.

Li gorî gotina wî mamosteyê Kurd hejmara xwendekar û dibistanên Ereban ji yên Kurdan gelekî zêdetirin.

"Em şanaziyê bi çi bikin?"

Mamosteyê Kurd behsa rêjeya dibistan û xwendina li Kerkûkê kir û wiha got:

“Nêzîkî 2 hezar û 200 dibistan Erebî û li wan dibistanan 650 heta 700 hezar xwendekar hene.

Em jî behsa 100 hezar xwendekaran û 550 dibistanan dikin. Em şanaziyê bi çi bikin?

Li gorî hilbijartinên dawî, em li Kerkûkê piranî ne û wisa diyar e ku di xwendinê de kêmîne ne."

Endamekî Desteya Birêveberiya Mamosteyên Kurdî Hîwa Hesen jî di bernameyê de behsa Kurdî kir û diyar kir ku hinek mamosteyên Kurdî zarokên xwe dibin dibistanên Erebî.

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Meclisa Kerkûkê Mecîd Hesen jî da zanîn ku hejmara xwendekarên Kurd li Kerkûkê serbilindî ye.

Li gorî gotina Mecîd Hesen yekem û dûyemên Îraqê xwendekarên dibistanên Kurdî bûn.

Xwendina Kurdî ya li bajarên Îraqê jî mijareke din a bernameyê bû.

Li Îraqê 20 beşên xwendina Kurdî hene li gorî gotina mamosteyekî Kurdî di wan beşan de ti kes fêrî Kurdî nabe.

Mamosteyekî Kurdî amaje bi wê yekê kir ku di vê rewşê de beşa zimanê Kurdî ji bernameya Wezareta Perwerdeyê ya Îraqê were derxistin baştir e.

Mamosteyekî din behsa pirsgirêke xwendekaran kir û wiha got:

“Li Kerkûkê YNK û PDK nivîsên hevdû naxwînin û haya wan jî hevdû nîne her dijberiya hevdû dikin.

Li aliyê din, hem mixalefet û hem jî desthilatê mamosteyên xwendina Kurdî ji bîr kiriye.”

Di beşeke din a bernameyê de behsa xirabiya xwendina Kurdî ya li Xaneqîn û Xurmatûyê jî hat kirin.

Mamosteyekî ji Xurmatûyê diyar kir kir ku li 32 dibistanên Kurdî 500 mamostayên Kurdî hene û ew hejmar jî gelekî kem e.

Mamosteyekî din ê ji Kerkûkê behsa metirsiyeke din a xwendinê ya li Kerkûkê kir.

Li gorî gotina wî mamosteyî hejmara dibistanên taybet gelekî zêde bûye û zimanê wan hemû dibistanên taybet jî Erebî ye.

“Li Kerkûkê 100 hezar xwendekar ‌û 550 dibistanên Kurdî hene”

 Kameran Elî ji rewşa xwendina Kurdî ya Kerkûkê geşbîn e û amaje bi wê yekê dike ku ti carî hejmara xwendekarên Kurd wisa zêde nebûbû.

Kameran Elî behsa hejmara dibistan û xwendekarên Kurdî kir û wiha got:

"Niha zêdetir 100 hezar xwendekarên me yên Kurd hene û li 550 dibistanan dixwînîn.

Ew hejmar gelekî baş e çimkî sala 2003yan li Kerkûkê dibistanên Kurdî hatine vekirin.

Dibistanên Kurdî zêdetir li taxên Kurdan in.

10 heta 15 hezar xwendekarên Kurd li dibistanên Kurdî naxwînin. Ev jî pirsgirêkek e.

Asoya wan xwendekarên ku li dibistanên Kurdî dixwînin gelekî vekiriye lewre ew li zanîngehên Kurdistan û Îraqê jî tên qebûlkirin.”

Elî bi serbilindî di berdewemiya axaftina xwe de da zanîn xwendekarên Kurd ji xwendina Erebî vedigerin xwendina Kurdî.

Li gorî gotina Kameran Elî îsal 540 xwendekar ji xwendina Erebî derbasî perwerdeya Kurdî bûne.

"Hewce ye nêzîkî 100 dibistanên me bên nûjenkirin."

Kameran Elî da zanîn ku ji ber barana yekem li Kerkûkê, av derbasî çend dibistanên Kurdî bûye.

Kameran Elî spasiya Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê jî kir û da zanîn ku ji bilî mûçe û xercên din tenê îsal milyonek pirtûk ji wan re şandine.

Pirsgirêkeke din ku Kameran Elî dilgiran dike vegerandina dahata dikanên dibistanên Kurdî ye.

Kameran Elî diyar kir ku dahata dibistanên Kurdî ji bo Bexdayê diçe.

Li gorî gotina Kameran Elî, berpirsên Kurd ên li Bexdayê alîkariya wan kiriye da ku hinek pirsgirêkên wan çareser bibin.

Hinek mamostayên Kurd jî ji bo wergirtina mûçeyên xwe gazinan dikin û diyar dikin ku neçar in biçin derveyî Kerkûkê û ji ber wê jî dixwazin êdî mûçeyên wan li Kerkûkê bê dayîn.

Kameran Elî li ser çareserkirina pirsgirêkên mamosteyên Kurdî jî bangî parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha kir û wiha got:

“Parêzgarê niha yê bajêr Kurd e, hêvî dikim alîkariya perwerdeya Kurdî bike.

Niha parêzgar guheriye, em hêvîdar in ku baştir xizmeta perwerdeya Kurdî bikin."

Li bajarên Îraqê 20 beşên Kurdî hene

Alîkarê Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Kurdî yê Wezareta Perwerdeyê ya Îraqê Newzad Mihemed jî mêvanê din ê bernameyê bû.

Newzad Mihemed li ser rewşa Kurdî axivî û wiha got:

“Her çend li bajarên Îraqê 20 beşên perwerdeya Kurdî hebin jî di rewşa herî xirab de ne.

Li gorî destûra Îraqê, divê di dibistanên seretayî de zimanê Kurdî bê xwendin. Berevajî vê, perwerdeya Kurdî li Îraqê di polên çarem û pêncem ên navîn de tê xwendin.

Ev xwendin tiştekî fêrî ti kesî nake û ti kes jî guh nade wê perwerdeyê.”

Li gorî Newzad Mihemed, beriya niha gelek xeletiyên zimanî di mufredata Kurdî de hebûn lê sala borî di çapa nû ya pirtûkan de ev xeletî hatin rastkirin.

Li gorî gotina Newzad Mihemed, ew kesên ku ku Îraqê dersên Kurdî didin bi xwe jî ne Kurd in.

Newzad Mihemed tekez dike ku wan ji bo pirsgirêkên perwerdeya bi Kurdî li hemû deriyên xistiye lê dîsa jî pirsgirêkên wan wekî xwe mane.

Mihemed amaje bi xemsariya berpirsên Îraqê kir û da zanîn ku ew mase û kompîtura ku ew li ser dixebite ji salên 1980yî maye.

“Bi tenê hezar mamosteyên Kurdî tayîn kirin”

Li gorî gotina Kameran Elî hikûmeta Îraqê û bi taybetî Rakan Cibûrî neheqiyeke mezin li Kurdan kiriye.

Kameran Elî di berdewamiya axaftina xwe de behsa tayînnekirina mamosteyên Kurd jî kir û wiha got:

“Ji bilî hikûmeta federal, birêveberiya Kerkûkê jî zilmeke zêde li mamosteyên Kurdî kir.

Di 2 salan de li Kerkûkê 20 hezar mamoste hatin tayînkirin. Bi tenê hezar mamosteyên Kurd hatine tayînkirin.”

Renc Sengawî ji Hesen Mecîd pirsî, “Pirsgirêka perwerdeya Kurdî li Kerkûkê ne hêjayî civîneke taybet e?” Hesen Mecîd wiha bersiv da:

"Belê pêwîst e, niha meclisa parêzgariyê bi çend mijarên perwerdeyê re mijûl e.

Di perwerdeya Erebî û Kurdî jî de pirsgirêk hene lê pirsgirêkên perwerdeya Kurdî gelekî zêdetir in.

Dema ev pirsgirêk ji holê rabûn, wê demê divê civîneke taybet were lidarxistin.”

“Mamosteyê Kurdî ne lê zarokên wan li dibistanên Erebî dixwînîn”

Hîwa Hesen jî mêvanekî din ê bernameyê bû. Axaftinên Hîwa Hesen dîmenê wêranker ê xwendina Kurdî nîşan da.

Hîwa Hesen behsa nakokiyeke nava mamosteyên Kurdî kir û wiha got:

“Hinek mamosteyên Kurdî bi xwe li dibistanên Kurdî kar dikin lê zarokên wan li dibistanên Erebî dixwînin.

Hinek zarokên Kurd jî hene ku li dibistanên Tirkmenî dixwînin.

Bes divê ez vê jî bibêjim xwendekarên Ereb ên ku li dibistanên Kurdî dixwînîn jî hene.”

Li gorî gotina Hîwa Hesen ji ber rewşa siyasî baweriya xelkê bi xwendina Kurdî nemaye.

Li Xaneqînê jî rewşa perwerdeya bi Kurdî ne baş e

Pisporê zimanê Kurdî û endamê kampanyaya “Belê ji bo perwerdeya bi Kurdî li Xaneqînê” Mahîr Hoşeng jî mêvanekî din ê bernameyê bû.

“Rayedarên Kurd hene ku zarokên xwe birine dibistanên Erebî”

Mahîr Hoşeng diyar kir ku rewşa perwerdeya Kurdî li Xaneqînê ne baş e û wiha got:

“Rayedarên Kurd hene ku zarokên xwe birine dibistanên Erebî.

Xaneqîn ne tenê di warê perwerdeyê de ji gelek aliyan ve hatiye jibîrkirin û piştî 16ê Çiriya Pêşîn desthilata Îraqê li Xaneqînê hat ferzkirin.

Ez serbilind im ku Xaneqînê di hemû hilbijartinan de her tim deng daye Kurdan lê piştî 16ê Çiriya Pêşîn giraniya Kurdan li Xaneqînê nemaye.

Erkê desthilata Kurdistanê ye ku xelkê Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdisanê biparêze.”

“Xwendekar ji Kurdî tên dûrxistin”

Birêveberê Şaxa Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê ya Kerkûkê Mihemed Ebdulah jî mêvanekî din ê bernameyê bû.

Mihemed Ebdulah tekez kir ku birêvebirên dibistanên Erebî mamosteyên xwe teşwîq dikin ku zimanê Kurdî û xwendina Kurdî ji bîr bikin û xwendekaran jî ji zimanê Kurdî dûr bixin.

Mihemed Ebdulah behsa qonaxên ferbûna Kurdî jî kir û wiha got:

“Eger li dibistanên seretayî zimanê Kurdî neyê fêrkirin, kes fêrî Kurdî nabe, ji ber vê yekê divê li şûna polên navîn li dibistanên seretayî zimanê Kurdî bê xwendin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst