Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) dê li Amedê daxuyaniyekê bide

09-04-2025
RÛDAW
Nîşan Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Ciwanên Serbixwe dê sibe li ser zext û girtina endamê xwe li pêşiya Mizgefta Mezin a Amedê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Piştî ahenga Newrozê ya li Bazîdê, hêzên ewlehiyê derbarê endamên platformê lêpirsîn dabû destpêkirin.

Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) li ser hesabê xwe yê Xê banga tevlîbûna daxuyaniyê kir.

Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) dê di daxuyaniya xwe de bal bikişîne ser pêvajoya zexta li dijî wan û girtina Ferîd Azadê ku Berdevkê wan e.

PCSyê di bangewaziyê de ragihand ku ew dê roja pêncşemê saet 15:00an li pêşiya Mizgefta Mezin a Amedê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Platformê di daxuyaniya xwe ya berê de anîbû zimên ku zextên li ser wan bi awayekî sîstematîk tên meşandin û ev helwest têkildarî çalakiyên wan ên çandî û neteweyî ye.

Têkildarî mijarê, Ferîd Azad ku birêvebiriyê ahenga Newrozê kiribû, beriya çend rojan hatibû desteserkirin û piştre jî hatibû girtin.

Endamên Platformê bangî gelê Kurd û çapemeniya Kurdî kir ku ji bo piştgiriyê amade bin û beşdarî daxuyaniyê bibin.

Gelek kes beşdarî ahenga Newrozê ya li Bazîdê bûbûn û çalakiyê deng vedabû.

Platforma Ciwanên Serbixwe diyar kir ku ev êriş û zext ne cara yekem in tên kirin û armanca wan astengkirina çalakiyên çandî û neteweyî yên Kurdan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst