Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk li ser konferansa ENKS û PYNKyê got, “Em hêvî dikin di konferansê de şandeyeke hevbeş bê hilbijartin.”
Tê gotin ku van rojan partî û aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê dê Konferansa Niştimanî li dar bixin.
Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) rêzdar Mihemed Îsmaîl ji medyaya nêzîkî ENKSyê re ragihand ku partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, li ser lidarxistina konferanseke berfireh a ji bo ragihandina nêrîneke siyasî ya hevbeş li hev kiriye.
Konferan bi piştevaniya Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî tê lidarxistin
Bi gotina Mihemed Îsmaîl ew konferan dê demeke nêzîk bi piştevaniya Serok Mesûd Barzanî, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û aliyên Amerîkî û Fransî bê lidarxistin.
Mihemed Îsmaîl her wiha da zanîn ku ku partiyên endamên ENKSyê, endamên PYNKyê û hinek partiyên ku ji derveyî van her du aliyan jî dê beşdarî vê konferansê bibin.
PWKyê biryar pîroz kir
Serokê Giştî yê PWKyê Mistefa Ozçelîk bi peyameke nivîskî ev biryara lidarxistina konferansa hevbeş a partiyên Kurdan pîroz kir.
Mistefa Ozçelîk di peyama xwe de wiha got:
“Em vê pêngavê û biryara konferansê pîroz dikin.
Em hêvî dikin ku konferans dê demeke herî nêzîk li dar bikeve û dê konferans bernameyeke hevbeş a ku daxwazên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd û statuyeke siyasî dihewîne diyar bike.
Em hêvî dikin ku dê di konferansê de li ser vê bernameya lihevkirî şandeyeke hevbeş bê hilbijartin û ev şandeya hevbeş dê wekî nûnerê miletê Kurd li gel Şamê bibe mixatab.
Em ji bo van hewldan, xebat û rolên wan ên erênî spasiya rêzdar Serok Mesûd Barzanî, rêzdar Mezlûm Ebdî, dewletên Amerîka û Fransayê dikin.
Her wiha em spasî û pîrozbahiya hemû piştgirên konferansê û hemû partiyên ku dê beşdarî vê konferansê bibin dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse