3 xortên Kurd dema vedigeriyan Efrînê wenda bûne

09-04-2025
RÛDAW
Nîşan Efrîn Wenda Taxa Eşrefiyê Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê - Sûriye ragihand ku 3 xortên dema ku ji Helebê vedigeriyan Efrînê, wenda bûne û çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, 3 xort êvara 7ê Nîsanê, derdora demjimêr 21:00ê bi otomobîla xwe ji Taxa Eşrefiyeyê ya li Helebê derketine ku 2 ji wan Kurd in.

Ji wê demê ve heta niha ti agahî li ser wan nehatine wergirtin.

2 ji wan ji gundê Tilfê yê Cindirêsê ne û yek jî Ereb e.

Hêzên ewlehiyê hatine agahdarkirin lê heta niha çarenivîsa wan eşkere nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst