Rêveberiya Xweser daristanekê li herêma Kobanî çê dike

18-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê dest bi cîbicîkirina projeya çêkirina daristanekê li herêma Kobaniyê kiriye.

Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser li Herêma Firatê dest bi çêkirina daristaneke nimûneyî kiriye.

Li gor malpera fermî ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava), daristan dê li gundê Mînasê yê Kobanî bê çêkirin.

Herwiha daristan dê bi navê Şehîd Baz be û rûberê wê ji 100 doniman pêk tê.

Di daristanê de heta niha 1500 darên daristanî û 600 darên xurmeyê hatine çandin, û biryar e bi giştî 6000 dar tê de bên çandin.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst