Li Şirnex û Êlihê 6 kes hatin girtin

18-02-2024
RÛDAW
Nîşan Êlih Şirnex Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Êlih û Şirnexê derbarê 6 kesên ku di operasyonên 13 û 14 ê Sibatê de hatibûn destserkirin biryara girtinê hat dayîn.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê 14ê Sibata 2024an li parêzgeha Êlihê di operasyonekê de bi ser çend navnîşanan de girtibûn û 7 kes bi hinceta “endamtiya rêxistinê” deteser kiribûn.

Li gorî zanyariyan doh her 7 kes piştî karûbarên îfadeyê ji bo dadgehê hatin şandin.

5 kes ji aliyê dadgehê ve hatin beraatkirin lê 2 kes ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li navçeyên Hezex, Silopî û Cizîrê yên Şirnexê jî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê 13 û 14 Sibatê bi ser çend malan de girtibûn û li wan navçeyan jî 32 kes bi hinceta “propaganda û endamtiya rêxistinê” desteser kiribûn.

Hêzên ewlehiyê kesên li Şirnexê jî hatibûn desteserkirin birin dadgehê.

Dadgehê biryar berdana 28 kesan da lê 4 kes jî bi hinceta “propagandeya rêxistinê” hatin girtin û ew birin girtîgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst