Li Deriyê Sînorî yê Xabûrê 66 kes hatin desteserkirin

19-02-2024
RÛDAW
Nîşan Deriyê Xabûrê Şirnex Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deriyê Sînorî yê Brahîm Xelîlê yê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê, bi tohmeta madeyên hişbir û kelûpelên qeçax 66 kes hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya ku hatiye belavkirin, Rêveberiya Ewlehiyê û Fermandariya Cendermeyan a Şirnexê li Deriyê Sînorî yê Xabûrê operasyonek pêk aniye.

Di encama operasyonê de 13 kes bi hinceta asayîşê, 45 kes bi hinceta qaçaxçîtiyê, 5 kes bi hinceta “belgeya sexte ya geştyariyê” û 3 kes jî bi hinceta “terorê” bi giştî 66 kes hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê hêzên ewlehiyê di operasyonê de dest daniye ser gelek madeyên hişbir û kelûpelên elektronîk.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst