Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê nû yê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hickey piştî serdana xwe ya Hewlêrê spasiya kompaniya Iraqi Airways kir ku ew bi selametî vegerandiye Bexdayê. Stephen Hickey herwiha dibêje wî xweştirîn kebab li Hewlêrê xwariye.
Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku ew kêfxweş bûye ku hevdîtin lige Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye û got: “Me li ser mijara em çawa dikarin peywendiyên xwe yên bihêz ji bo aramiya Herêma Kurdistanê bikar bînin axivîn.”
Stephen Hickey herwiha dibêje ku wî heta niha xweştirîn kebab li Hewlêrê xwariye.
Great to see @IKRPresident in Erbil. We talked about how to build on our strong relationship to promote prosperity and stability in the @kurdistan region of Iraq. And I ate the best kebabs I’ve ever had! pic.twitter.com/cU3NAIWASs
— Stephen Hickey (@sblhickey) December 17, 2019
Konsulê Brîtanya yê li Hewlêrê James Thornton jî li ser twittera xwe dibêje Kurd gelek mêvanperwer in û Stephen Hickey dê ji ber xwarînên tehmxweş ên têne pêşkeşkirin, weke wî qelew bibe.
Great to welcome new @UKinIraq Ambassador @sblhickey to @Kurdistan Region. Like me, he will put on weight due to all the tasty kebabs he will be served here; Kurds are so hospitable! https://t.co/d8juVfOq3A
— James Thornton (@UKThornton) December 17, 2019
Balyozê nû yê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hickey duh Duşemê (16.12.2019) serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Serokê Herêma Kurdistanê hevdîtin pêk anî bû.
Di hevdîtinê de behsa metirsiyên bihêzbûna DAIŞê hatibû kirin û Nêçîrvan Barzanî ji Brîtanya xwast, alîkariyên xwe ji bo rûbirûbûna terorê zêde bike.
Herwiha tekezî li wê yekê hatibû kirin ku hikûmeta nû ya Brîtanya baştir girînigiyê bide pêwendiyên di navbera Hewlêr û Londonê de.
Nêçîrvan Barzanî hêvî xwastibû ku hikûmeta nû ya Brîtanya bi ser wan kêşeyan de bi ser keve ku bi sedema proseya derketin ji Yekîtiya Ewropa derketine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse