Hunermendên Kurd li Amedê: Çand, huner û zimanê gelekî bi qedexekirinê nayê rawestandin

17-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Çanda Mezopotamyayê îro di daxuyaniyekê de li hember qedexekirina konsera wê navendê ya li Stenbolê bertek nîşan da û ew qedexekirin şermezar kir û ragihand, “Çand, Huner û Zimanê gelekî bi qedexekirinê nayê rawestandin.”

Biryar bû bi boneya salvegera 30mîn a damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê, konserek li bajarê Stenbolê bihata lidarxistin, lê belê ji aliyê hikûmetê ve hat qedexekirin.

Li dijî wê yekê, hejmarek hunermendên Kurd îro li Sûra Amedê li ser navê Navenda Çanda Mezopotamyayê daxuyaniyek xwendin û biryara qedexekirina konsera wê navendê şermezar kirin.

Daxuyanî li avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê hat dan û li ser navê koma hunermendan, Devrîm Demîr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em wekî xebatkar, hunermend û dildarên Çand û Hunera gelê xwe vê biryara sosret bi tundî şermezar dikin û ji bo me her der û her qad cihê çand û hunera kurdî ye. Rêwîtîya Çand û Hunera azad a Kurdî nayê rawestandin.”

Navenda Çanda Mezopotamyayê diyar dike, “Hişmendiya ku kurdan înkar dike, çand û hunera kurdî ya azad tune dihesibîne îro jî li ser kar e” û tekez dike, “Çand, Huner û Zimanê gelekî bi qedexekirinê nayê rawestandin.”

Di beşeke daxuyaniyê de amaje bi berdewamiya siyaseta înkara gelê Kurd û çanda wê li Tirkiyê tê kirin û tê gotin, bi înkarkirinê, netewa Kurd ji holê ranabe û tekez tê kirin, “Gelê kurd di her şert û mercî de xwedî li çand û hunera xwe derketiye.”

Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê diyar kirine, ku ew dê li hember siyaseta înkar, pişaftin û qedexeyan li ber xwe bidin. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin, “Em jî ji her demê zêdetir, xweşiktir, bi serbilindî û bi rihekî berxwedêr li hemberî polîtîkayên pişaftinê û qedexeyan li berxwe didin.”

Tevahiya daxuyaniya Navenda Çanda Mezopotamyayê bi vî awayî ye:

“Ev 30 sale ku em wekî Navendên Çandê yên Mezopotamyayê, ji bo Çand û Hunereke azad û bi zimanê Kurdî, li ber xwe didin.

Ji destpêka salên 90î û vir ve, gelek caran saziyên me hatin girtin, hevrê û hevalên me hatin binçavkirin, girtin û cezakirin. Berdêlên mezin hem ji hêla xebatkarên NÇM’yan ve û hem jî ji hêla gelê me yê berxwedêr ve hatin dayîn û hîn jî tê dayîn.

Çewisandin, gefxwarin, qedexekirin, pişaftin û pê re jî qirkirina çandî kêlîyekê jî nesekinî. Hişmendiya ku kurdan înkar dike, çand û hunera kurdî ya azad tune dihesibîne îro jî li ser kar e.

Hîn çend roj berê cil û bergên me yên gelêrî hatin qedexekirin. Dîsa çend roj berê straneke me hat qedexekirin û doh jî konser û bernameya çand û hunera kurdî ya NÇM'ê ji hêla hişmendiya qirker ve hate qedexekirin.

Bi hincetên sosret yên wekî ev konser û bername “dê ewlehiya civakê bixe xeteriyê û îhtîmala ku dê li wê derê sûc bê kirin û hwd” bernameya pîrozbahiyê ya 30’emîn damezrandina NÇM’yan ya ku dê li Stenbolê bihata lidarxistin hat qedexekirin. Hişmendiya qirker qey nizane ku, Çand, Huner û Zimanê gelekî bi qedexekirinê nayê rawestandin.

Ji bo ku hûn dibêjin neteweyek tune ye û hebûna wî înkar dikin ew netewe ji holê ranabe. Gelê kurd di her şert û mercî de xwedî li çand û hunera xwe derketiye.

Heger hûn vê rastiyê nizanin herin rûpelên dîroka berxwedana gelê kurd vekin. Yên ku dibêjin pirsgirêka kurd tune ye û me ev pirsgirêk çareser kiriye, îro jî li rûreşî û derewên xwe diqelibin. Ew careke din li hemberî dîrokê tewanbar û sûcdar in.

Em jî ji her demê zêdetir, xweşiktir, bi serbilindî û bi rihekî berxwedêr li hemberî polîtîkayên pişaftinê û qedexeyan li berxwe didin.

Em xwedî wê soz û biryarê ne ku em gelê xwe bê Ziman, bê Çand û bê Hunera Kurdî nahêlin. Em wekî xebatkar, hunermend û dildarên Çand û Hunera gelê xwe vê biryara sosret bi tundî şermezar dikin û ji bo me her der û her qad cihê çand û hunera kurdî ye. Rêwîtîya Çand û Hunera azad ya Kurdî nayê rawestandin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst