Meşa li dijî birîna darên Şirnexê hat astengkirin

17-09-2022
RÛDAW
 Bi hezaran kes ji bo meşa dijî birînda daristanên Şirnexê kom bûn.
Bi hezaran kes ji bo meşa dijî birînda daristanên Şirnexê kom bûn.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Meşa li dijî birîn û talankirina daristanên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ku ber bi Çiyayê Cûdî ve tê kirin, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve tê astengkirin.

Peyamnêrê Rûdawê Abduselam Akincî ragihand ku bi serpereştiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û çend partî û rêxistinên din ên Kurdî û hejmareke xelkê ji bo protestokirina birîna dar û daristanan xwest  ber bi Çiyayê Cûdî ve bimeşin. Lê destpêkê ji ber ragihandina qedexeya çalakiyan li Şirnexê, koma partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, li bajarê Êlihê li hev kom bûn.

Ji bo meşê  beşek çalakvan û xwepêşamder ji bajarên Serhedê û ji barên Riha, Dîlok, Edene, Mêrsîn û Mêrdînê giheştin hev û ber bi Şirenxê ve ketin rê.

Kesên ku beşdarî wê meşê bibûn, piştî navçeya Kercewsê, berê xwe dan Hezexê. Armanca meşê, protestokirina birîna darên çiyayê Cudî ye ku ev zêdetirî salekê ye têne birîn û bi barhilgiran têne firotin.

Herî dawiyê polîsan li sînorê navçeya Cizîrî ya Şirnexê rê li wê meşê girt û piştî demekê jî rê dan wan ku derbasî Cizîrê bibin û niha jî gihîştine navbera Cizîr û Şirnexê û li wê derê hêzên ewlekariyê bi wesayîtên zirxî rê li ber wan girtiye û diyar kirin ku dê destûra meşê nedin.

Girseya ku di navbera Şirnex û Cizîrê de kom bibû dirûşmên dijî birîna daristanên herêmê hatin berz kirin govendê gerandin û di meşa xwe de rijd e.

Ji bo destpêkirina meşê hevdîtin hatin kirin lê encamek jê derneket û pişt re jî hêzên ewlekariyê bi ava şid û bombeyên gazê êrişî girseyê kir.

Li ser vê yekê girseyê jî dest bi çalakiya rûniştinê kir û ligl êrişê  heta niha jî girse belav nebûye.

 

Ozturk: Hûn nikarin me tûne bikin hûn dê têk biçin

Hevserokê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk nerazîbûn nîşan da û got: “Armanca wan ev bû îro Cûdî, çiyayê Licê, Dêrsimê dişewitînin. Armanca wan qedandina gelê Kurd e. Em îro hatin Cûdî, ew çiqas bibêjin ku em ê we tube bikin em dibêjin em li vir in, em hene. We di dîrokê me neqedandiye hûn îro jî nikarin me tune bikin. Em azadiya xwe û azadiya hemû gelê Tirkiyeyê diparêzin. Li her çar parçeyê Kurdistanê dixwazin erdnîgariya Kurdan xirab bikin ku cihê ku Kurd lê bijîn nemîne.”

Ozturk bal kişan li ser êrişan û got: “Îro cardin êrişê meşa me, dayikan, ciwanan kirin. We berê encam negirt îro jî hûn encam nagirin. Riya me riya azadiyê ye. Darên ku hûn jê dikin em ê li dewsa wan sed daran biçînin. We di 90'î de jî Cûdî şewitand lê ew li ser koka xwe hêşin bû. Heya roja îro me gav paş de neavêt em îro jî paş de gav navêjin. Hûn çiqas êriş bikin hûn ê di êrişên xwe de bixeniqin. Serkeftin ya me ye.”

Ev çalakî di demekê de ye Parêzgariya Şirnexê çend roj berê bi biryarekê hemû cor meş, çalakî û xwepêşandan li sînorê wê parêzgehê di navbera 13ê Îlonê heta 27ê Îlonê de qedexe kiribûn.

Demeke dirêj e ku dar û daristanên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê tên talankirin û rewş gihiştiye asteke metirsîdar. Bi taybetî li Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gebar û herêma Bestayê ya Şirnexê 2 sal in bi awayekî sîstematîk dar tên birîn.

Kongereya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, li dijî birîna daristanê bi dirûşma “Em Dijî Talana Xwezayê û Wêrankirina Şer Dimeşin” banga tevlîbûna çalakiyê kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst