Girtina rojnamevanan li Mêrdînê hat şermezarkirin

17-06-2022
RÛDAW
Nîşan Girtina Rojnamevanan Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Platforma Ked û Demokrasiyê ya parêzgeha  Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê  bi daxuyaniyekê girtina 16 rojnamevanan şermezar kir û got, “Hûn dê nikaribin rê li ber ragihandina rastiyê bigirin.”

Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê roja 16ê Hezîrana 2022an bi daxuyaniyekê  hevbeş girtina 16 rojnamevanên parêzgeha Amedê şermezar kirin.

Daxuyanî li ber avahiya şaxa Mêrdînê ya Konfedarasyonên Sendîkayên Kedkarên Dewletê  (KESK) hat dayîn.

Di daxuyaniyê de her wiha beşek ji nûnerên rêxistinên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Rêvebirê Sendîkaya Tarim Orkamê yê Şaxa Mêrdînê Yilmaz Zengîn daxuyaniya hevbeş xwend û diyar kir  kir ku desthilat ji bo ku krîza li navxwe ya Tirkiyê veşêrê êrişî hemû aliyên civakê dike û anî ziman, “Bi taybetî jî êrişî çapemeniyê û saziyên ragihandinê dike.”

Zengîn amaje bi wê yekê kir ku çapemeniya Kurdî bi salan e li dijî astengkirina mafê wergirtina nûçeyan têdikoşe û got, “Kedkarên çapemeniya Kurdî bi ti awayî serî li dijî van gefan natewînin û dest ji têkoşîna xwe bernadin.”

16ê Hezîrana 2022an ji 20 rojnamevanên Kurd ku li parêzgeha Amedê hatibûn desteserkirin, 16 ji wan bi biryara serdozgeriya Amedê hatibûn girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst