Girtiyê nexweş Ozkan dîsa nehat berdan

17-03-2022
RÛDAW
Nîşan Mehmet Emin Ozkan Girtiyê Nexweş Lice
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê nexweş Mehmet Emin Ozkan ku ji bo rûniştina doza xwe nikaribû biçe odeya Sîstema Reng û Deng (SEGBÎS) daxwaza wî ya berdanê nehat qebûlkirin û bi hinceta ku Doza Licê berdewam e nehat berdan.  

Li 7emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edenê rûniştina doza girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku ji ber bûyerên di 22ê Cotmeha 1993an de li navçeya Licê ser bi parêzgeha Amed a Bakurê Kurdistanê girtî ye û cezayê heta hetayê lê hatiye birîn hat dîtin.

Ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê Ozkan ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye nikaribû bê odeya SEGBÎSê û beşdarî rûniştina doza xwe ya li Edenê bibe. Parêzera Şaxa Komeleya Mafên Mirov (IHD) a Edenê Yasemîn Dora Şeker û Parlamentera HDPê ya Edenê Tulay Hatimogullari beşdarî rûniştinê bûn.

Parêzera Mehmet Emin Ozkan eşkere kir, dozger di rûniştinê de daxwaz kiriye ku li benda encama Doza Licê ya li 1emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê bê rawestandin û dibêje: “Divê bêyî ku li benda dosya li Îzmîrê bê rawestandinê di vê dosyayê de Ozkan bê berdan. Ozkan nexweş e û rewşa wî giran e. Em qala kesekî ku nikare bê danişînê û bimeşe dikin. 83 salî û gelek nexweşiyên wî hene. Di van şertan de em daxwaz dikin ku Ozkan bi awayekî lezgîn bê berdan. Eger neyê berdan jî em daxwaza hepsa malê dikin."

M. Emin Ozkan ê 83 salî ev 27 sale di zîndanê de ye û pênc caran krîza dil derbas kiriye. Ligel vê jî nexweşiyên wî wek alzeymir, anevrizm, tansiyon, guatr, gurçik û roviyan jî hene. Herwiha ji ber nexweşiyên wî lê giranbûne nikare pêwîstiyê xwe bi cîh bîne û tevbigere. Berî niha ligel ku raporta wî hebû ku divê li girtîgehê nemîne jî nehat berdan û serlêdanên hatine kirin jî bê encam hatine hiştin. Jiber rewşa Ozkan di asteke krîtîk de ye heta niha jî bo bê berdan her hewldan berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst