Dersa bijarte ya Kurdî çawa dibe?

17-01-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Grafîkek li ser dîroka dersa Kurdî a bijarte
Grafîkek li ser dîroka dersa Kurdî a bijarte
Nîşan Dersa Kurdî Dersa Bijarte Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kengî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dersa Kurdî kete bernameya dersên bijarte? Çawa dest pê kir û niha gihîştiye kîjan astê? Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Amedê Maşala Dekak grafîkek li ser dîroka dersa Kurdî a bijarte û awayê wê dersê amade kiriye.

Li gor yasaya xwendinê li Wezareta Perwerdeya Tirkiyê, xwendekarên pola pêncan heya pola heştan, dikarin waneya kurdî (kurmancî û zazakî) hilbijêrin. Ev yasa ji sala 2012an ve derketiye û heya niha kar pê tê kirin.

Hilbijartina dersa bijare, bi rizamendî û arezûya xwendekar û dayik û bavê xwendekar dibe. Ti astengiyeke yasayî li pêşber hilbijartina waneyên ku di lîstê de hene nîne. Mafê ti kesekî din jî nîne ku waneya bijare ji xwendekaran re hilbijêre, ji bilî xwendekar, dê û bavê wî/wê.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, tomarkirina navan ji bo waneya bijare ji 3ê Çileya (meha 1ê) 2022yan ve dest pê kiriye û dê heya 21ê vê mehê berdewam be. Ev prose tenê xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8 li xwe digire.

Li her dibistanekê, qet nebe, divê 10 xwendekar dersa kurdî hilbijêrin. Wê demê li wê dibistanê poleke taybet bi dersa kurdî tê vekirin. Di nava hefteyekê, demjimêrek heya du demjimêran ew ders tê xwendin.

Proseya waneya bijarte ji sala 2012an ve li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye. Di nav dersên bijare de dersa kurdî jî heye ku bi herdu zaravayên kurmanciya jorîn û zazakî ye. Navendên ziman, çalakvan, rêxistin û partî li Bakurê Kurdistanê daxwaz dikin zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê duyem û ji polên yekê heya zanîngehê were xwendin, ne ku derseke bijare be.

Berpirsên dewletê gelek caran gotine ku me xwendina zimanê kurdî misoger kiriye, lê kes naxwaze bixwîne. Beşek ji vê rast e çimkî gelek malbat ne dilgerm in zarokên wan dersa kurdî bixwînin. Tiştê ku Tirkiyê ji zimanê kurdî û zimanên din re dike, li gelek welatên Ewropayê ji zarokên kurd re heye, wek mînak çend sal e li Swêdê heye.

Ji 2012an ve heya niha çend mamosteyên kurdî hatine teyînkirin

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di nav milyonek û 148 hezar mamosteyan de, tenê 79 mamoste ji bo zimanê kurdî hatine damezrandin. Di sala 2018an de, Wezareta Perwerdeya Tirkiyê 3 mamosteyên tenê yên zimanê kurdî damezrandin. Di 2019an de ti mamosteyek nehate damezrandin, di 2020an de mamosteyekî tenê di 2021ê de jî 3 mamoste hatine damezrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst