Li Qamişlo rê nedan ala Sûriyê li dibistanên Kurdî bê bilindkirin

16-10-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Piştî arambûna rewşê, li Qamişloyê deriyên dibistanan hat vekirin.
Piştî arambûna rewşê, li Qamişloyê deriyên dibistanan hat vekirin.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Kurd
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Piştî çend rojan ji girtinê, careke din deriyên dibistanên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatin vekirin û proseya xwendinê bi awayekê sist dest pê kir. Li Qamişloyê mamosta û karmendinên sektroa perwerdehiyê yên ser bi hikûmeta Sûriyê ve hewl dan li dibistanan ala Sûriyê bilind bikin, lê rê li ber wan hat girtin.

Ji ber êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, dibistanên piraniya bajar û bajarokên wê parçeyê Kurdistanê hatine girtin, lê piştî aramiya ku li bajarê Qamişloyê peyda bûye, careke din deriyên dibistanan li vî bajarî hatine vekirin.

Zarokên ku ji Rûdawê re axivîne, dibêjin ew ji dengê top û bombebaranê ditirsiyan û ew nediwêran derkevin derveyî malê.

Zarokek dibêje: “Dengê hawanan û firokeyan dihat, em li malê bûn û em dernediketin, em tirisyan û lewma em nedihatin dibistanê, lê niha em dê bêne dibistanê, ji ber ku şer bi dawî hatiye. Ew xwendekara keç hêviya xwe tîne ziman û dibêje, ew dixwaze di pêşerojê de bibe mamosta.”

Li Dibistana Mihemed Selîm Xelef ji koma 225 xwendekaran tenê 25 xwendekar amade bûne ku biçin dibistanê.

Piştî rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyê, mamosteyên dibistanên ser bi hikûmeta Sûriyê derbasî hejmarek dibistanên Bakurê Kurdistanê bûn û xwestin ku rêbaza xwendinê ya hikûmetê bi ser dibistanên Rêveberiya Xweser de bisepînin, lê ew yek ji aliyê mamostayên Kurdî ve hate redkirin.

Rêveberê Dibistana Mihemed Selîm Xelef ku niha ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin, dibêje: “Duh mamosteyên hikûmeta Sûriyê hatin, rêveberê wan û karmendên wan ên ku li dibistana berê ya Mihemed Selîm Xelef kar dikirn hatin û ji me xwestin ku ala xwe daliqînin, me rê li ber wan girt û min got, rêveberiya me (Rêveberiya Xweser) ti destûr nedaye me û heta niha ti agahî nedaye me ku em bihêlin hûn alê daliqînin û hûn bê biryar hatine.”

Li bajarê Qammişloyê 500 dibistan ser bi Rêveberiya Xweser ve ne, herwiha li vî bajarî 17 dibistanên hikûmetê jî hene.

Seroka Desteya Perwerdeya Rêveberiya Xweser, Semîra Hec Elî dibêje, heta niha ti biryarek derbarê sîstemeke hevbeş di navbera wan û hikûmeta Sûriyê de nehatiye dan.

Semîra Hec Elî ji Rûdawê re got: “Niha ti guhertinek tine ye û dê li gor rastiya li ser erdê bimeşe. Rêveberiya Xweser dê tevî sazî û dezgehên xwe karê xwe bike, tiştên din girêdayî aliyê siyasî û danûstandinên wan e. Niha li vir rastiyek heye, realîteyek heye, xwendinek û metodek heye, heta pola 11an bi rêbaza Rêveberiya Xweser xwendin tê meşandin , zanîngeh heye, akademî û peymangeh hene, ew jî rastiyeke Rêveberiya Xweser e û helbet nayê windakirin.”

Bi rêkeftina navbera HSDê û hikûmeta Sûriyê, çawaniya rêvebirina Rojavayê Kurdistanê û di nav de jî sektora perwerdehiyê bûye rojev. Tevî ku heta niha ew rêkeftin tenê serbazî ye, lê belê biryar e di çend rojên bê de Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê li ser gelek mijarên girêdayî jiyana xelkê bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst