Pasewanên Sînorî yên Îranê gule li kolberan barandin

16-07-2023
RÛDAW
Nîşan Hêzên Îranê Kolber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Pasewanên Sînorî yên Îranê roja Înê li Hengejal a ser bi Bane ya Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşandin.

Vîdeoya dema gulebarandina Hêzên Pasewanên Sînorî yên Îranê li ser tora civakî hatiye belavkirin û tê de dengê teqeyan tê û diyar e ku bi dehan kolber ber bi gundê Bilesenê direvin.

Ew kolber dema ku ji sînor vedigeriyan li rastî gulebarana Hêzên Pasewanên Sînorî yên Îranê hatin. Her sal bi dehan kolber ji aliyê hêzên Îranê ve tên kuştin an jî birîndarkirin.

Hejmarek niştecihên navçeyên sînorî û heta hinek ji bajarên dûrî sînor ên wek parêzgehên Kirmaşan, Sine û Urmiyê jî ji bo ku debara jiyana xwe bikin kolberiyê dikin.

Hikûmet tevgera kolberan a li herêmên sînorî neqanûnî dibîne. Li gorî raporeke Kolber Newsê sala 2022an 39 kolber hatin kuştin û 195 jî hatin birîndarkirin.

Hikûmeta Îranê ji sala 2017an ve bazarên sînorî girtiye û kolberî qedexe kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst