Li Helebceyê kolberekî Kurd hat kuştin

19-08-2024
Aram Xelîl / Wêne: Rûdaw Grafîk
Aram Xelîl / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Îran Kolber Kurd Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Hewramanê ya Helebceyê kolberekî Kurd hat kuştin. 

Nûçegihanê Rûdawê Sazgar Selah ragihand ku bûyerê doh êvarê li gundê Sergetiyê yê herêma Hewramanê ya Helebceyê rû daye.

Navê wî kolberî Aram Xelîl e û ew 26 salî bûye.

Hat zanîn ku hêzên sînorî yên Îraqê rasterast gulê lê reşandine û wî canê xwe ji dest daye.

Hevalekî Aram ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Wî her roj karê kolberiyê dikir. Saet derdora 8ê êvarê hêzên sînorî gule lê reşandin.”

Hevalê wî diyar kir ku wan Aram bi birîndarî gihandiye nexweşxaneyê lê ji ber ku birînên wî xedar bûn rizgar nebûye.

Dê û bavê Aram ne li heyatê ne û wî jî xwişk û birayên xwe bi kolberiyê xwedî dikirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst