BANE - Îranê dîsa kolberek kuşt!

31-08-2024
RÛDAW
Nîşan Bane Kolber Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kolberekî ji Serdeştê li navçeya sînorî ya Baneyê bi guleya hêzên ewlehiyê yên Îranê canê xwe ji dest da.

Hêzên ewlehiyê yên Îranê serê sibehê, li navçeya sînorî ya Baneyê gule li hejmarek kolber reşandin.

Di encamê de kolberekî ji gundê Qulesu Serûyê yê Serdeştê hat kuştin.

Navê kolberê ku hatiye kuştin Esed Espendar e.

Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku hêzên sînorî yên Îranê rasterast gule li kolberan reşandine.

Li gorî amarên rêxistinê di nîvê yekem a îsal de 270 kolber li herêmên sînorî yên Kirmaşan, Sine û Urmiyeyê yan hatine kuştin yan jî  hatine birîndarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst