Li Erzerom û Erzînganê 46 koçber hatin desteserkirin

16-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzerom û Erzînganê yên Bakurê Kurdistanê 46 koçber hatin desteserkirin.

Tîmên polîsan li ser rêya Erzerom-Erzînganê mînîbusa şofêrê wê Rahmi M. rawestand û li nava wê kontrol kir. Di nav mînîbusê de 38 jê Afxanî û 3 Pakistanî bi tevahî 41 koçber hatin desteserkirin.

Hat ragihandin her koçberekî ji bo wan ji bajarên Bakurê Kurdistanê bigihînin bajarên rojavayê Tirkiyê hezar dolar dane qaçaxçiyan.

Koçberên hatin desteserkirin bo dersînorkirinê bo Navenda Paş de Vegerandinê ya Aşkaleyê hatin radestkirin. Şofêrê mînîbusê Rahmi M. jî bi biryara dadgehê hat girtin û polîsan dest bi ser mînîbusê de girt.

Herwiha li parêzgeha Erzînganê jî li xala pişkînînê di otombîlekê de 5 koçber hatin desteserkirin. Koçber bo Îdareya Koçê ya Erzînganê hatin radestkirin. Li aliyê din, 3 kesên bi otombîla xwe ji koçberan re rêbertî dikirin hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst