Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber boykota mamosteyan, deriyên piraniya dibistanên parêzgeha Silêmaniyê girtî ne û nûner dibêjin ew dê berdewam bikin.
Di sala xwendinê ya 2024-2025an de, boykot cara yekem 1ê Kanûna Pêşîn a 2024an dest pê kir û tevahiya mehê berdewam kir.
Piştî belavkirina meaşekî, mamoste ji bo ezmûnên demsala yekem vegeriyan navendên xwendinê lê piştî ku ezmûn qediyan û dersê dest pê kir 26ê Kanûna Paşîn a îsal boykotê dîsa dest pê kir û heta niha berdewam e.
“Boykot dê berdewam bike”
Bi her du qonaxên grevê ve, îro ji bilî rojên betlaneyê, 52 roj in grev berdewam e.
Endamê Encûmena Mamosteyên Nerazî yên Silêmaniyê Adil Hesen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
“Boykota me heta ku daxwazên me werin bicihanîn dê berdewam bike.”
Endamê Desteya Mamosteyên Nerazî yên Silêmaniyê Adil Hesen da zanîn:
“Dibistan bi giştî girtî ne, çend dibistan hene ku perwerde berdewam dike û karên wan nesekinîne lê dibistaneke ku bi temamî di hemû polan de perwerde were dayîn nîne.”
Endamê Desteya Mamosteyên Nerazî yên Helebceyê Ferhad Qadir jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
“Li herêma me boykot li piraniya dibistanan berdewam e û bi dawî nebûye.”
Daxwazên mamosteyan çi ne?
Mamosteyên bi girêbest jî tevî mamosteyên din di grevê de ne.
Karox Ebdullahê yek ji nûnerên mamosteyan îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Em jî berdewam in di grevê de, daxwaza me ya sereke belavkirina meaşê meha 12an a sala par e.”
Ji bilî mamosteyên bi girêbest, nûnerên mamosteyên din jî dibêjin, daxwazên wan ên sereke “belavkirina meaşan a 30 roj carekê, bicihkirin û vegerandina bilindbûna pileyan e.”
Cîgirê Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê jî diyar kir ku hemû mamoste bi belavkirina meaşê meha dawî ya par dê vegerin navendên xwendinê.
Meaşê meha Kanûna Paşîn hatiye belavkirin lê heta niha jî meaşê meha dawî ya par nehatiye belavkirin.
Ji bo wê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Îraqê bi neşandina meaş tawanbar dike.
Boykot û grev ne girêdayî hev in
13 mamoste û karmendan li Silêmaniyê 28 Kanûna Paşîn ji bo daxwazên xwe ku belavkirina meaş û bicihkirina meaşê bû dest bi greva birçîbûnê kir û di roja 15an de çalakiya xwe rawestand.
Endamê Desteya Mamosteyên Nerazî yên Silêmaniyê Adil Hesen teqez kir ku boykota wan dê berdewam bike û cuda ye ji greva birçîbûnê ya ku bi dawî bûye.
Li parêzgehên Hewlêr û Dihok û îdareyên serbixwe yên Zaxo û Soranê perwerde asayî ye û berdewam dike.
Birêvebirê Ragihandinê yê Perwerdeyê yê Hewlêrê Newzad Ebdullah îro ji Rûdawê re got:
“Ji îlona sala par ve ti grev çênebûne û perwerde asayî ye.”
Sala 2023yan jî bi destpêkirina xwendinê ya di 13ê Îlonê de, li parêzgehên Silêmanî û Helebceyê mamosteyan li dijî derengketina meaş boykot kir û heta 20ê Sibata 2024an berdewam kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse