SILÊMANÎ - Mamoste û karmendan dawî li greva birçîbûnê anî

11-02-2025
RÛDAW
Nîşan Mamoste Karmend Greva Birçîbûnê Meaş Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mamoste û karmendên ku li Silêmaniyê di greva birçîbûnê de bûn di roja 15an de biryar da ku dawî li çalakiya xwe bînin.

Grevgirên ku hejmara wan 13 kes bû, bi amadebûna girseyeke mezin a xelkê li ber konê xwe yê li hemberî avahiya Neteweyên Yekbûyî biryara rawestandina çalakiya ragihand.

Grevgiran di konferanseke çapemeniyê de ragihand:

“Eger me zanibûya ku tevgereke cidî li derve heye, me dê heta mirinê jî berdewam bikira.

Em di bin zexta dayîkan de ne ku çend rojên borî bi Qurana di destê xwe de hatin konê me û ji me xwest ku em dev ji greva birçîbûnê berdin.”

Wan her wiha behsa civîna xwe ya bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî re kir û got ku ew negihiştine ti rêkeftinekê.

Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar ji konê grevê da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya hinek grevgiran ne baş e.

Grevgiran bi rexneyan bal kişand ser helwesta welatiyan û got:

“Dema ku 13 kes di birçîbûneke tund de bûn, 13 hezar kes çûbûn ser Ezmer û Goyjeyê ji bo ku bi berfê bilîzin.”

Mamoste û karmendan 28ê meha borî dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Li gorî gotina berdevkê wan, di 3 rojên dawî de welatî û berpirsên partî û hikûmî yên ku çûne serdana wan daxwaza şikandina grevê kiriye lê wan diyar kiriye ku heta ku daxwazên wan tên bicihanîn ew dê berdewam bikin.

Daxwaza sereke ya grevgirên Silêmaniyê ew e ku meaş her meh di dema xwe de were dayîn.

Her wiha dayîna meaşên wan ên mayî û vegerandina mafên wan ên bilindkirina pileyan jî beşeke din a daxwazên wan bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst