Ji ber êrişên Tirkiyeyê zerer gihiştiye perwerdeya Rojavayê Kurdistanê

19-10-2023
Hisên Omer
Niha tirsa nişteciyên herêmê ji qonaxên nû yên êrişan heye
Niha tirsa nişteciyên herêmê ji qonaxên nû yên êrişan heye
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xwese ragihand ku, di encama êrişên vê dawiyê yên Tirkiyeyê, bi hezaran xwendekar ji xwendinê bêpar mane.

Rêveberiya Xwesr a Rojavayê Kurdistanê jî da zanîn ku ji ber êrişan 48 dibistan ji kar ketine.

Êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê bandoreke xirab li ser perwerde û fêrkirinê jî kiriye.

Zêdeyî 8 hezar û 455 xwendekaran, ji xwendinê bêbehr mane

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di encama êrişên vê dawiyê yên Tirkiyeyê de, zêdeyî 8 hezar û 455 xwendekaran, ji xwendinê bêbehr mane.

Li gorî zanyariyên fermî yên ku hatine belavkirin:

  • 48 dibistan ji kar ketine.
  • Pêvajoya xwendinê li navçeyên nêzîkî sînor rawestiyaye.
  • Dibistana Şehîd Rîhan li Qamişloyê, nêzîk Nexweşxaneya Kovîdê hatiye daxistin.
  • 3 rojan tevahiya dibistanan wekî reşgirêdan hatibûn daxistin.

Li bajarê Amûdê çend cih lê ji aliyê êrişên asmanî yên Tirkiyeyê ve hatibûn armancgirtin.

Şarezayê perwerdeyê Mizgîn Mejdo Ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re got, êrîşên Tirkiyeyê ziyaneke mezin gihandin pêvajoya  perwerde û fêrkirinê.

Tirkiyeyê 4ê vê mehê ragihandibû ku tevahiya binesaziyên navçeyên Rêveberiya Xweser dê bibin armanca êrişên artêşa wê.

Nêzîkî 200 cihan hatin armancgirtin

 Ji 5ê mehê û heta roja 8ê mehê, nêzîkî 200 cihê di nav de saziyên elektirîk, av, tendurîstî û perwerdeyê hatibûn armancgirtin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan 8ê Çiriya Pêşîn ragihand ku qonaxa yekem ji êrîşa hêzên Tirkiyeyê bi dawî hat.

Lewma tirsa nişteciyên herêmê ji qonaxên nû yên êrişan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst