Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û endamê berê yê heyeta aqilmendan Tarik Çelenk behsa pêvajoya nû kir û diyar kir ku ev pêvajo pêvajoyeke gelekî aloz e.
Nivîskar Tarik Çelenk bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê bersiva pirsên pêşkeşkara Rûdawê Hêvîdar Zanayê da.
Çelenk li ser "pêvajoya nû ya çareseriyê" û pêşhatên pêvajoyê got:
"Ev pêvajoyeke gelekî aloz e. Bi rastî hunereke hûr divê.
Ev ne wekî ya Kolombiyayê ye, ne wekî ya Îrlandayê ye û ne jî wekî ya Filîpînê ye.”
Lêkoler Çelenk anî zimên ku ferqa vê pêvajoyê ya ji ya berê ew e ku "girtîtir" tê meşandin û xelk gelekî kêm agahiyan li ser wê dizane.
Nivîskar Çelenk behsa hevdîtineke xwe û Sirri Sureyya Onder kir û wiha got:
"Hûn dizanin di vê pêvajoyê de tiştên nayên zanîn ji yên tên zanîn zêdetir in.
Em gelekî kêm tiştan dizanin lê ez dixwazim vê bibêjim: Sirrî Sûreyya Onder hevalê me ye.
Me konferansek jî bi hev re çêkiribû. Min ew jî vexwendibû. Wî ji min re got, 'Li gorî demên berê ez gelekî bêhtir geşbîn im.'
Helbet eger kesên di nav pêvajoyê de û yên di nav heyetê de ne û bi taybetî jî birêz Bahçelî ev qasî hêviyê didin, em dibêjin ew gelek tiştên ku em nabînin û nizanin dizanin û em jî dibêjin bila em geşbîn bin."
Tarik Çelenk diyar kir ku gelek xalên ku nayên zanîn dibe ku di Newrozê de zelal bibin û got:
"Di demên berê de civaka sivîl hebû. Agehdarkirina giştî hebû. Di vê demê de civaka sivîl tune, burokrasî heye.
Pêvajoyeke veşartîtir û ewletir tê meşandin. Hem feydeya vê heye hem jî zerera wê heye.
Ji bo ku em li ser van tiştan biaxivin, bila em hinekî geşbîn bin.
Ji bo ku em li ser van tiştan rehet neaxivin, ez dibêjim bila em li bendê Newrozê bin."
"Yanî piştî ku ev qas mirov çekan deynin, dê li kû bên bicihkirin?"
Lêkolêer Tarik Çelenk ragihand ku pêvajoya heyî ne wekî ya Kolombiya, Îrlanda û Filîpînê ye û got:
"Di pêvajoya çareseriyê ya ewil de jî, di dema vekişandin û valakirinan de hin astengî derketin holê û hûn jî vê dizanin.
Ev mijareke girîng e. Piştî ku ew qas mirov çekan deynin, ka dê li kû bên bicihkirin?
Yan jî ew kesên çekdar ên ku ji Rojavayê derkevin, dê li kû kar bikin? Li Ewropayê?
Li bin sîwana Rêveberiya Herêma Kurdistanê? An jî li qadên nû yên ku Tirkiye dê veke? Ev ne diyar in.
Ev ne tenê biryara siyasî ye, ji aliyê teknîkî û lojîstîkî ve jî biryareke girîng e.
Pêwîstî bi hunereke taybet heye. Ez hêvî dikim ku ev tên nîqaşkirin.
Ev ne tenê danîna çekan e. Ev pêvajoyeke tevlihev e. Pêwîstî bi kareke hûrgilî heye.
Ev ne wekî pêvajoyên Kolombiya, Îrlanda û Filîpînê ye.
Li vir komeke mezin a mirovan heye. Em behsa 50 hezar yan 100 hezar kesan dikin.
Em behsa saziyên siyasî, saziyên Ewropayê û saziyên din dikin."
“Nêrîna Nêçîrvan Barzanî erênî ye”
Çelenk derbarê piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo pêvajoyê wiha got:
"Min helwesta birêz Nêçîrvan Barzanî ya li ser pêkhateya Sûriyeyê û piştgiriya wî ya ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ji bo biryarderên Tirkiyeyê jî erênî û avaker dît.
Her wiha dibêje, 'Di hevdîtinên me yên bi rayedarên Tirk re her tişt amade ye.' Piştî vê bangê, dê li herêmê aştiyeke giştî û pêkhateyeke nû çêbibe.
Gava em li van dinêrin, em dikarin hêvî bikin ku ev pêvajo dê demokratîkbûnê, efûyeke giştî û pêkhateta nû bi xwe re bîne û bibe hêviyeke mezin ji bo aştiya herêmê lê pêşveçûnên îro jî hin metirsî bi xwe re tînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse