HSD: Me planeke DAIŞê ya êrişa li girtîgeheke Hisîçayê têk bir

16-02-2025
RÛDAW
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rojavayê Kurdistanê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da zanîn ku DAIŞê ji bo êrişkirina girtîgeheke Hisîçayê plan danîbû lê wan plan têk da.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ecbar Dawûd ji North Pressê re ragihand ku ji Kanûna Pêşîn a par ve DAIŞê 27 êrişî herêmên wan kiriye.

Her wiha da zanîn ku wan planeke nû ya DAIŞê ya êrişkirina girtîgeheke Hisîçayê têk biriye.

Berdevkê HSDyê navê girtîgeha ku DAIŞê dixwest êriş bike eşkere nekir lê destnîşan kir ku wan tedbîrên pêwîst wergirtine da ku rê li ber planên din ên bi vî rengî werin girtin.

Piştî hêzên mixalefeta Sûriyeyê ku Heyeta Tehrîr El Şamê pêşengiya wan dikir, rejîma Beşar Esed rûxand û artêşê gelek çek û teqemenî li hinek deveran hiştin.

Berdevkê HSDyê da zanîn ku DAIŞê dest daniye ser gelek ji wan çekan û sûdê jê werdigire.

Medyaya Brîtanyayê 13ê meha borî hevpeyvînek bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)  Mezlûm Ebdî re kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihandibû:

“Metirsiya DAIŞê li kamp û girtîgehan berdewam zêde dibe û bi giştî tevgera wan zêde bûye.

Divê hewl ji bo şerê li dijî DAIŞê bên zêdekirin.”

Li Rojavayê Kurdistanê hinek girtîgeh û kampên taybet ên çekdarên DAIŞê û malbatên wan hene ku yên herî girîng kampên Roj û Holê ne.

Li gorî berpirsên HSDyê, nêzîkî 60 hezar çekdarên DAIŞê û endamên malbatên wan li kampên Hol û Rojê dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst