Salih Muslim li ser PKKyê got: ‘Ti pêwendiya me ya rêxistinî nîne’

15-12-2024
Nîşan Salih Muslim PKK YPG HSD Pêwendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Salih Muslim diyar kir ku di navbera wan û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ti pêwendiya rêxistinî nîne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên din ên payebilind ên Tirkiyeyê gelek caran îdia dikin ku di navbera PKK û HSD/YPGyê pêwendî hene.

Tirkiye gelek caran vê yekê dike hincet û êrişî Rojavayê Kurdistanê dike.

Êrişên Tirkiyeyê piştî ku Tehrîr El Şamê (HTŞ) birêveberiya Sûriyeyê xist destê xwe jî berdewam dikin.

Kom û komikên çekdar ên ku Tirkiye piştigriyê dide wan êrişî Minbicê kir û piştî HSD ji Minbicê vekişiya jî êrişî Bendava Tişrînê, Pira Qereqozaqê kir û gefan dixwin ku êrişî Kobaniyê û herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê jî bikin.

Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim pirsa Rojnameger Nevşîn Menguyê ya li ser “pêwendiyên bi PKKyê” re bersivand.

Nevşîn Menguyê pirsî, “Tirkiye dixwaze hûn mesafeyê bixin navbera xwe û PKKyê, gelo hûn dikarin vê bikin?”

“Ji aliyê rêxistinî ve ti pêwendiya me nîne”

Salih Muslim amajê pê kir ku “Mijarên îdeolojîk cuda ne” û anî zimên:

“Heke hûn behsa pêwendiyên rêxistinî bikin ev tiştekî cuda ye. Ji aliyê rêxistinî ve ti pêwendiya me nîne.

Têkiliya me û PKKyê çênebû. Dibe ku alîkarî hebe, hûn jî dizanîn ku Pêşmerge jî sala 2014an hatin û wan li Kobaniyê şer kir.

Dibe ku di navbera Kurdan de alîkariyeke wiha hebe lê siyaset cuda ye.

Ji aliyê siyasî ve em Rojavayê Kurdistanê îdare dikin, em parçeyekî Sûriyeyê ne.

“Ev alîkarî jî berê bû”

Ev alîkarî jî berê bû, dema Kobaniyê çêbû. Kurd ji her cihê Kurdistanê hatin û dema şerê Kobaniyê qediya vegeriyan.

Hinek Kurd ji Bakur hatin û wan şer kir. Ew êdî nikarin vegerin lê ew di nava Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) de nînin.

Ti carî di navbera me û PKKyê de pêwendiyeke rêxistinî çênebûye.

Wekî ku li piraniya Kurdistanê heye dibe ku hinek sempatîzan hebin lê ev nayê wateya ku pêwendiyên rêxistinî hene.”

Endamê Desteya Serokatiyê ya PYDyê Salih Muslim di bernameyeke YouTubeyê de jî pirsên Said Sefa bersivandin.

“Em hatine qonaxa dawî ya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn”

Salih Muslim amaje bi hebûna “Projeya Mezin a Rojhilata Navîn” da û anî zimên:

“Ji xwe me ji berê ve ve gotibû ku em hatine qonaxa dawî ya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn.

Bi Hemas û Hizbulahê dest pê kir. Ew xelas kirin, wan hewl da Libnanê bixin nava tekûziyekê.

Piştî wê dor hat Sûriyeyê, di nava pêvajoyê de hêdî hêdî dê dor were hineke din jî.

Yan dê qebûl bikin, dê yên ku qebûl nekin jî terbiye bikin.”

“Eger Kurdek li Afrîkaya Başûr be jî Tirkiye dê jê aciz bibe”

Muslim diyar kir ku Tirkiye dijayetiya Kurdan dike û pê de çû:

“Em ne li dijî kesî ne, em çi dikin ji bo Sûriyeyê dikin. Me qet behsa cudabûnê nekiriye.

Me divê em li gund û bajarên xwe azad bijîn û ev jî mafê me ye.”

Salih Muslim got, “Eger Kurdek li Afrîkaya Başûr be jî Tirkiye dê jê aciz bibe û bide dû wî Kurdî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst