Li Mêrsîn û Rihayê 2 kes bi hinceta YPGyê hatin girtin

12-01-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Mêrsîn PKK YPG Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê û li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê bi hinceta PKK-YPGyê 2 kes hatin girtin.

Li gorî daxûyaniya Fermandariya Cendirmeyan a Mêrsînê, "bi armanca eşkerekirin û astengkirina çalakiyên PKKyê kar û xebat hatine kirin."

Herwiha di vê çarçoveyê de 2 kes hatine girtin ku tê îdiakirin kesên girtî "li herêma Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê li ser navê rêxistinê di navendeke tenduristiyê de xebitîne."

Operasyona hevdem li bajarên Mêrsîn û Rihayê hatiye kirin û di encamê de 2 kesên hatine desteserkirin bi biryara dadgehê hatine girtin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û "bi hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst