KERKÛK - Cotkarên Kurd çûn cem parêzgar: Dê zeviyên xwe biçînin?

15-11-2024
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Sergeran Pelkane Erebên Hawirde Zeviyên Kurdan Artêşa Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Komîsyona Parastina Cotkarên Kurdistanê Mihemed Emîn diyar kir ku rêkeftin hat kirin û dê cotkarên Kurd ên Kerkûkê zeviyên xwe cot bikin.

Lîwaya 8an a artêşa Îraqê rê nedida cotkarên Kurd li nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê zeviyên xwe biçînin û pezên xwe biçêrînin.

8ê mehê cotkarên nahiyeya Sergeranê çûn ser zeviyên xwe lê belê artêşa Îraqê rê li ber wan girt û ji wan re got ew rê nadin ku zevî werin çandin.

Serokê Komîsyona Parastina Cotkarên Kurdistanê Mihemed Emîn li ser pirsgirêkê cotkarên Kerkûkê ji Rûdawê re axivî û wiha got:

“Tevî nûnerên Erebên hawirde em bi Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha re civiyan.

Ji bilî 3 parçe zevî ku biryara dadgehê li ser wan heye heta pirsgirêk werin çareserkirin em dikarin zeviyên xwe cot bikin.”

Destpêka mehê Erebên hawirde belgeyek durist kiribûn ku qaşo xwediyên zeviyan ew in, ne Kurd in û dê rê nedin ku cotkarên Kurd zeviyan cot bikin.

“Em dê hemû zeviyên xwe cot bikin”

Mihemed Emîn behsa zeviyên Kurdan kir û anî ziman:

”Biryara dadgehê li ser hezar û 500 donim zevî heye ku ew jî 3 parçe zevî ne.

Em tenê nikarin wan zeviyan cot bikin. Wekî din em dê hemû zeviyên xwe cot bikin.”

Pirsgirêka zeviyan li gundên wekî Pelkane, Şenaxe, Serbeşax û Gaberekenê didome.

Mihemed Emîn behsa rewşa cotkaran kir û wiha berdewam kir:

“Ji bo cotkar karibin zeviyên xwe cot bikin belgeya cotkariyê pêwîst bû û doh li cem parêzgariyê ew belge hat amadekirin.

Ji ber ku îro betlane ye nivîs negihişt aliyên fermî lê piştî betlaneyê dê karên fermî jî werin çareserkirin.”

Artêşa Îraqê li ser doza çend Erebên hawirde nedihişt cotkarên Kurd li gundên Pelkane, Şenaxe, Serbeşax û Gabereyê yên nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê cotkariyê bikin û zeviyên xwe cot bikin.

Cotkarekî din ê ji gundê Pelkaneyê yê bi navê Elî Rehman jî got:

"Erebên hawirde di Komkujiya Enfalê de ji aliyê rejima Beasê ve sala 1975an hatine Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê.

Rejima Beasê wekî diyarî zeviyên Kurdan dane wan Erebên hawirde.

Sala 2003yan li gorî madeya 140î ya destûra Îraqê Kurd dîsa vegeriyan ser zeviyên xwe.

Piştî bûyerên 16ê Çiriya Paşîn a 2017an Erebên hawirde careke din vegeriyan herêmê û dixwazin dîsa zeviyên Kurdan dagir bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst