Li Mereşê kesekî biyanî di golê de xeniqî

15-09-2024
RÛDAW
Nîşan Mereş Ehmed Akrag Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Onikişubatê ya parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê, welatiyekî biyanî di golê de xeniqî.

Li navçeya Onikişubatê îro welatiyê biyanî yê bi navê Ehmed Akragê 29 salî bi malbata xwe re ji bo seyranê çû peravên Gola Suçatiyê.

Ehmed Akrag ji bo xwe hênik bike ket golê û piştî demekê di nav golê de winda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên binavê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mereşê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata tîmên binavê de termê Akrag ji nav golê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê term ji bo karên otopsiyê bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Sutçu Îmamê ya Mereşê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst