Efrîn: Cenazeyên 3 keçên Kurd ên ku di deryayê de xeniqîbûn hatine veşartin

21-06-2023
Hisên Omer
Efrîn: Cenazeyên 3 keçên Kurd ên ku di deryayê de xeniqîbûn hatine veşartin
Efrîn: Cenazeyên 3 keçên Kurd ên ku di deryayê de xeniqîbûn hatine veşartin
Nîşan Efrîn Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jolyana Nedîm Necar Keçeke Efrînî ye, ew roja 30ê Gulanê, tevî du hevalên xwe Zeyneb Faris ji gundê Mamila û Şêrîn Elî Kalo ji gundê Kurzêlê di belemeke koçberan de nêzîkê peravên Yunanistanê xeniqîbûn.

Termê keça Kurd Jolyana Nedîm Necar ku li gundê wê Kîmarê li herêma Efrînê bi xakê hatiye spartin.  Jolyana Necar, roja 30 Gulanê, li gel her du hevalên xwe Zeyneb Faris ji gundê Mamila û Şêrîn Elî Kalo, ji gundê Kurzêlê di belemeke koçberan de nêzî kenarên Yunanistanê xeniqîbûn.

Piştî nêzî 2 hefteyan ji bûyera xeniqînê, termê her sê qurbaniyan ji bo herêma Efrînê hatin veguhastin û her yek ji wan li gundên xwe bi xakê hatine spartin.

Ji gundê Kîmarê, ji ser gora keça xwe, Nedîm Necar, bavê Jolyana ji Tora Medyayî ya Rûdawê re çîroka keça xwe vegot.

Bavê keça xeniqî Nedîm Necar got, “Ez bavê Jolyana, me xwest ev keç biçin ji xwe re jiyanekê çê bikin ku 11-12 sal in em di nav şer de. Me got bila biçin jiyanekê çê bikin dibe ku sûda wan li me jî bibe. ”

Roja Duşemê, 5ê Hezîranê belemeke koçberan nêzî kenarên Cezayirê binav bûbû. 17 welatiyên Rojavayê Kurdistanê xeniqîbûn ku piraniya wan xelkê Kobaniyê bûn.

Roja çarşemê, 14ê nîsanê, belemeke koçberan nêzî kenarên Yunanistanê binav bûbû. 150 welatiyên Sûrî di nav belemê de bûn ku piraniya wan bêserûşûn in. Heta roja Sêşemê 81 term ji aliyê pasevanên kenarên Yunanistanê ve hatine derxistin. Tenê ji Deraayê 55 kes bêserûşûn in û 35 kes hatine rizgarkirin. Heta niha termê wan nehatine vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst