Li Mereşê ciwanekî 24 salî di golê de xeniqî

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mereş Xeniqîn Ridvan Yaşar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Onîkîşubatê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê ciwanekî 24 salî di golê de xeniqî.

Ciwanê bi nave Ridvan Yaşarê 24 salî doh li taxa Ayşepinariyê ya navçeya Onîkîşubatê ya parêzgeha Mereşê, bi hevalên xwe re çû seyranê.

Li gorî zanyariyan, piştî demekê ji bo avjeniyê Ridvan Yaşar ket golê û piştre ji ber çavan winda bû.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên binavê çûn cihê bûyerê.

Tîman danê êvarê termê ciwanê 24 salî ji golê derxist.

Tîmên tenduristiyê termê Ridvan Yaşar ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Zanîngeha Mereşê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst