WAN - Bi hinceta PKKyê bi sedan kes hatin desteserkirin

15-04-2024
RÛDAW
Nîşan Wan PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê di meha Nîsanê de bi “hinceta PKKyê” 222 kes hatine desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 1 û 14ê Nîsanê de bi hinceta “rêlibergirtina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatin kirin.

Li Wanê di navbera 1 û 14ê Nîsanê de di operasyonên cuda de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 222 kes hatine desteserkirin.

Derbarê kesên desteserkirî de karên yasayî hatine destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst