Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, Newroza îsal dem dê hem ji mutebeqeta li Sûriyeyê û hem jî ji bo banga Birêz Ocalan bibe bersivek.”
DEM Partiyê deklarasyona Newroza îsal a ku dê li Amedê were pîrozkirin îro li navçeya Sûrê eşkere kir.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî eşkerekirina deklarasyona Newroza Îsal axivî û got:
Newroza îsal Newrozeke dîrokî ye û beşdarbûna wê ji bo xwedîderketina li banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û rûdanên li Sûriyeyê girîng e.
“Em dê li banga dîrokî xwedî derkevin”
Tuncer Bakirhan jî bal kişand ser banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û got:
“Em dê di Newrozê de bihêztir xwedî li vê banga dîrokî derkevin.
Eger em bikarin dengê aştî, demokrasî û azadiyê yê Kurdan, Tirkan, Elewiyan û bindestan bigihînin Îmraliyê em dê bepirsyartiyeke mezin bi cih bînin.
Bang, di heman demê de banga wê ye ku em Newrozê veguherînin têkoşîneke xurt a xwedîderketineke li aştî û demokrasiyê.
Divê em Newrozê bi awayekî herî xweşik birêxistin bikin.
Ev Newroz çima girîng e? Hem ji bo mutebeqeta li Sûriyeyê ku Kurd bigihijin maf û azadiyên xwe, hem jî ji bo banga birêz Ocalan dê bibe bersivek.”
“Mutebeqeta li Sûriyeyê li gorî banga Birêz Ocalan e”
Bakirhan her wiha bal kişand li ser peyaman di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer de hatiye îmzekirin û got:
“Mutebeqeta li gel Sûriyeyê hatiye kirin gelekî zelal e. Mutebeqeta li Sûriyeyê girîng e. Çima girîng e? Yekem car ev nîşana herî baş e ku rejîmeke yekdest li Sûriyeyê çênabe.
Diyar e ku bi vê rêkeftinê re, gotûbêjên li ser bingeheke demokratîk ku hemû reng tê de beşdar in dê li Sûriyeyê berdewam bikin.
Ev mutebeqeta li Sûriyeyê li gorî banga Birêz Ocalan e.
Ew ji hişmendiya tekbûnê û mezhebî dûr e û ji bo Kurd, Elewî, Ereb, Durzî, Xristiyan, Ermenî û hemû gel û bawerî di bingeheke demokratîk de bi nasnameya xwe bi hevre bijîn hatiye îmzekirin.
Paradîgmaya birêz Ocalan îro li Sûriyeyê ye. Em dê niha jî cil û bergên xwe yên herî xweşik li xwe bikin û bi tevlibûna milyonan kesan bi stranên xwe yên herî xweşik Newrozê pîroz bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse