Rêya Heseke-Reqayê ji ber baranê hate girtin

15-03-2023
RÛDAW
Rêya Heseke-Reqayê ji ber baranê hate girtin
Rêya Heseke-Reqayê ji ber baranê hate girtin
Nîşan Lehî Heseke Reqa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê di nava 2 rojan de baraneke zêde bariya ye û ew baran bû sedem ku rêya sereke di navbera Hesekê û Reqayê ji kar derkeve.

2 roj in li seranserî Bakur û Rojhelatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê baraneke zêde dibare.

Dîmen ji gundên çiyayê Ebdulezîz ve hatine kişandin, diyar dibe newalên gundan tijî av bûne.

Welatî bi barîna baranê dilxweş bûne lê ew baran bûye sedema girtina rêya di navbera Hesekê û Reqayê de.

Asayîşa Rêveberiya Xweser dibêje, ji ber barana zêde û rabûna lehiyan, rêya di navbera bajarên Hesekê û Reqayê de hatiye girtin.

Her wiha hişyarî dide şofêran heta ku lehî bi dawî dibin, rêwîtiyê nekin.

Her wiha li hin bajarên Bakurê Kurdistanê jî baraneke bihêz bariya û lehî rabû. Ji ber lehiyê li parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê hêjmara kesên di lehiyê de canê xwe ji dest dane gihîşte 14 kesan û termê 5ê kesan li Rihayê di malekê de hatin dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst