HSDyê û grûpên çekdar li hev kir

07-08-2023
RÛDAW
Nîşan Heseke HSD UNICEF Wêstgeha Elokê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîmên çakkirinê bi navbeynkariya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), derbasî Wêstgeha Elokê bûn û di demeke nêzîk de av ji bo Hesekê û Til Temirê tê berdan.

Ji ber ku Tirkiye û grûpên çekdar ava Wêstgeha Elokê qut dikin xelkê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê rastî astengî û zehmetiyan tê. 

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê yên di bin kontrola Tirkiyeyê de li ser berdana ava Wêstgeha Elokê li hev kir.

Li gorî zanyariyan berpirsên UNICEFê navbeynkarî di navbera HSDyê û grûpên çekdar yên di kontrola Tirkiyeyê de kiriye ku li ser ava Wêstgeha Elokê li hev bikin.

Li gorî lihevkirinê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dê ji Dirbêsiyê 6 megawat elektirkê bide Wêstgeha Elokê daku av ji wê wêstgehê ji bo Heseke û Til Temirê bê berdan.

Tîmên çakkirinê derbasî Wêstgeha Elokê bûn û piştî çakkirina wêstgehê, dê ev wêstgeh 3 rojan wekî testkirinê bixebite.

Biryar e piştî teskirinê av ji Heseke û Til Temirê re bê berdan.

Zêdetirî milyonek welatiyên Hesekê û Til Temirê li ser ava Wêstgeha Elokê dijîn.

Piştî dagîrkirina Serê Kaniyê, Wêstgeha Elokê ketiye destê hêzên Tirkiyeyê û çekdarên opozisyona Sûriyeyê.

Ji dawîya sala 2019an ve, ava Hesekê, Til Temirê, gundewarên wan û 3 kampên koçberan derdora 40 carî bi temamî hatiye birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst