Li Hesekê mêrekî hevjîna xwe kuşt û reviya

07-08-2023
RÛDAW
Nîşan Heseke Rojavayê Kurdistanê Hîbe Mihemed Xelef
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê ragihand ku li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, jinek kuştî hat dîtin.

Duh li Taxa Leşkerî ya Hesekê jina bi navê  Hîbe Mihemed Xelef a 32 salî kuştî hat dîtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê diyar kir ku piştî belavbûna bêhnê, xelkên nêzîkî mala wê jina kuştî, Hêzên Ewlehiyê agahdar kirin.

Piştre hate zanîn ku ew jin pêncşema borî bi hesinekî tûj li mala xwe hatiye kuştin.

Her li gorî zanyariyên Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê diyar bû ku hevjînê wê Hesen Qetaş ew kuştiye.

Hesen Qetaş piştî ku jina xwe kuştiye ji cîranan re gotiye ew ê bi her du zarokên xwe yên 4 û 2 salî re ji Hesekê here.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst