Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê derbarê danîna qeyûm a ser Şaredariya Wanê got, "Darbeya nîvê şevê ya ku li ser Şaredariya me ya Bajarê Mezin a Wanê hatiye kirin, darbeyeke li dijî îradeya gel e."
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê.
Li gorî Wezaretê, li şûna Şaredarê Wanê Abdullah Zeydan, Parêzgarê Wanê Ozcan Balci wekî qeyûm hatiye tayînkirin.
"Ev darbeyek e"
DEM Partiyê li ser danîna qeyûmî daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:
"Ev darbeyek e. Darbeya nîvê şevê ya ku li ser Şaredariya me ya Bajarê Mezin a Wanê hatiye kirin, darbeyeke li dijî îradeya gel e.
Em êrişa li ser avahiya şaredariyê, bi bikaranîna gaza îsotê û fîşekên plastîk ên li dijî gel, lêdan û binçavkirina zarok û kalan şermezar dikin!
Em dê li hemberî vê bêhiqûqiyê serî netewînin. Em dê li dijî zihniyeta qeyûmê ku dixwaze îradeya gelê Wanê binpê bike rawestin! Şaredarî ne yên darbekeran in, yên gel in!"
Bu bir darbedir!
— DEM Parti (@DEMGenelMerkezi) February 15, 2025
Van Büyükşehir Belediyemize yapılan gece yarısı kayyım darbesi, halkın iradesine vurulmuş bir darbedir.
Belediye binamızın basılması, halka gaz bombaları ve plastik mermilerle saldırılması, çocukların, yaşlıların darp edilip gözaltına alınmasını lanetliyoruz!… pic.twitter.com/q0ytOQ7HUz
11ê Sibata 2025an, 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan birîbû.
Piştî ku cezayê girtîgehê li Abdullah Zeydan hat birîn, xelkê li ber avahiya şaredariyê dest bi nobetê kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse