DEM Partiyê li ser Zeydan û operasyonên li Stenbolê daxuyaniyek belav kir

11-02-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Abdullah Zeydan Stenbol Wan Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li ser biryara derbarê Abdullah û operasyonên li Stenbolê got, " Dev ji van êrişên xwe yên li dijî îradeya gel berdin."

Îro li Dadgeha 5emîn a Cezayê Giran a Amedê, rûniştina doza Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat lidarxistin.

Abdullah Zeydan beşdarî dozê nebû û bi îdiaya "alîkarîya rêxistinê" hat darizandin.

Dadgehê, bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Zeydan birî.

Her wiha Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê 9 şaredariyên CHPyê yên navçeyên Stenbolê dest bi lêpirsînê kir.

Lijneya Birêvebir a Navendî ya DEM Partiyê li ser briyarên derbarê Abdullah Zeydan û operasyonên li Stenbolê daxuyaniyek belav kir.

"Îro berê sibehê careke din bi destê dadgehê êrişî îradeya gel û mafê bijartin û hilbijartinê hat kirin.

Hişmendiya qeyûm û darbeyê hemû sînor derbas kirine û bi temamî bûye derqanûnî û ne meşrû.

Li gelek navçeyên Stenbolê 10 birêvebirên herêmî yên hilbijartî ku 2 ji wan alîkarên serokê şaredariyê û 7 jî endamên meclisa şaredariyê ne, hatin desteserkirin.

Li mala wan, ofîs û cihên wan ên kar, lêgerînên bêbingeh û derqanûnî hatin kirin.

"Hişmendiya qeyûmê li dû dagirkirina şaredariyê ye"

Dîsa berê sibehê di dozeke din a komployê de, bi biryareke bêbingeh li dijî Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan cezayek hat birîn û hewl hat dayîn ku zemîna darbeya qeyûm were amadekirin.

Wan di hilbijartinên herêmî yên dawî de bi hemû navçeyên xwe dengê xwe da DEM Partiyê.

Hişmendiya qeyûmê, ji ber ku vê yekê hezm nake ji wê rojê û vir ve li dû vê yekê ye ku şaredariya bajarê mezin dagir bike.

Ev hişmendiya darbe û qeyûmê ku di hilbijartinên 31ê Adarê de têkçûneke herî mezin a dîroka xwe xwar, li şûna ku ji encamên hilbijartinan û tercîhên gel dersê wergire, di heman nêrînê de israr dike.

Hişmendiya heyî ku hêviya xwe ji tercîhên gel biriye û nikare siyasetê çê bike, bi vê rê di bingehê xwe de gel ceza dike, rêveberiyên herêmî dixe tengasiyê û rê li ber xizmetkirina ji gel digire.

Ev sûceke mezin e û berpirs ê bê guman hesabê wê bidin. Ti daxuyanî û sedem nikare vê sûca ku tê kirin veşêre.

"Lihevkirina bajêr tifaqeke demokrasiya herêmî ye"

Daxuyaniya ku Serdozgeriya Stenbolê derheqê desteserkirinên îro de daye û hewldana krimînalîzekirina lihevkirina bajêr bi temamî nîşana vê psîkolojiya sûcdariyê ye.

Lihevkirina bajêr berî her tiştî lihevkirina dengderan a li dijî hişmendiya rêvebiriya heyî ye.

Lihevkirina bajêr tifaqeke demokrasiya herêmî ye û ti operasyona dadî nikare rê li ber demokrasiya herêmî bigire.

Bi daxuyaniya Serdozgeriyê ne partiya me yan jî ti tevgereke siyasî tê sûcdarkirin; ew bi milyonan dengder in ku bi vî awayî tercîha xwe bi kar anîn, yanî bi xwe gel e.

Ne hedê kesî ye ku tercîhên gel bipirse, sûcdar bike yan jî krimînalîze bike. Ti sazî xwedî mafeke wiha nîne.

Partiya me di belgeyên helwestê yên Kanûna Pêşîn a 2023yan de xwedî li vê xwesteka gelê me derket û siyasetek bi vî rengî pêş xist.

Digel vê yekê nîşandana lihevkirina bajêr wekî çalakiyeke derqanûnî bêedebî ye. Çawa ku berê ti komplo li dijî îradeya gel bi ser neket, vê carê jî dê bi ser nekeve.

Daxuyaniyên Serdozgeriyê yên derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de jî derbirîna hişmendiya darbeyê ne.

Di daxuyaniyê de behsa biryareke 16emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind a ku hatiye girtin tê kirin.

Lê belê 3yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind a ku li şûna wê hatiye avakirin li ser vê mijarê xwedî biryarên berevajî ye.

Heta îro derbarê KCD û HDKyê de rewşeke wekî ya ku Serdozgeriya Stenbolê îdia dike tune ye.

Tenê ji ber van îdiayan bi sedan, bi hezaran kes di nav mengeneya lêpirsîn û dozan de têne hiştin.

"Desthilata siyasî divê dev ji vê helwesta xwe berde"

Ev operasyonên sîstematîk ku tên pêşxistin provokasyoneke mezin e.

Nîşandana saziyên sivîl ên wekî DTK û HDKyê ku dixwazin bi rêya siyaseta demokratîk û bi diyaloga demokratîk pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin û bi temamî li dijî tundiyê ne û çalakiyan bi rê ve dibin, wekî rêxistinên derqanûnî, ne tiştekî din e ji dijminatiya li hemberî demokrasiyê pê ve. Desthilata siyasî divê dev ji vê helwesta xwe berde.

Ti sedema rewa ya van operasyonan tune. Ti tiştê ku ev hişmendiya darbeyê bide Tirkiyeyê jî tune ye.

Em careke din desteserkirinên li Stenbolê û biryara derqanûnî û bêbingeh a li dijî Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan şermezar dikin.

Dev ji van êrişên xwe yên li dijî îradeya gel berdin. Kesên ku hatine desteserkirin û bêheq girtî ne serbest berdin.

Partiya me dê di her şertî de xwedî li encamên sindoqan û tercîhên gel derkeve."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst