CHP: Danîna qeyûm binpêkirina îradeya xelkê Wanê ye

15-02-2025
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Wanê Abdullah Zeydan Qeyûm Gokhan Gunaydin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Koma CHPyê Gokhan Gunaydin li dijî danîna qeyûm a ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê nerazîbûn nîşan da û got, "Ev destpêkê binpêkirina îradeya xelkê Wanê ye."

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke ragihand ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji kar hatiye dûrxistin.

Wezaretê da zanîn ku li şûna Şaredarê Wanê Abdullah Zeydan, Parêzgarê Wanê Ozcan Balci wekî qeyûm hatiye tayînkirin.

Serokwekîlê Koma CHPyê Gokhan Gunaydin derbarê danîna qeyûm de nerazîbûn nîşan da û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.

"Çima ji nav endamên meclisa şaredariyê hilbijartinê nakî?"

Gokhan Gunaydin got. "Wan jî tevlî pêvajoya qeyûm bû... Sedema dûrxistina Serok; 'her çi qas ne endam be jî alîkarî kiriye..'

Em wiha qebûl bikin ku ti pirsgirêka darizandina dadmend nîne.

Çima tu li şûna Serokê ku ji kar hatiye dûrxistin, ji nav endamên meclisa şaredariyê hilbijartinê nakî? Bingeha esasî ya hiqûqê şexsîbûna sûc û cezayan e.

Li hemberî vê, bi sûdwergirtina ji Qanûna OHALê, ti hemû endamên meclisê pêşwext wekî sûcdar qebûl dikî û parêzgarê tayînkirî tînî dikî serokê şaredariyê.

"Ev binpêkirina îradeya xelkê Wanê ye"

Ev destpêkê binpêkirina îradeya xelkê Wanê ye. Her wiha, ti pêşniyara qanûnê ya ku bi lihevkirina 11 ji 15 partiyên siyasî yên di Meclisê de tên temsîlkirin hatiye dayîn û dixwaze rêveberiya îdarî bixe zemineke demokratîk, paşguh dikî.

Ya rast tişta ti dixwazî bi temamî paşguh bikî demokrasî û hiqûq e. Divê em bibêjin ku helwêsta Hevpeymaniya Cumhur ne surprîz e.

Ya girîng, helwêst û nexşerêya hevbeş a hêzên demokratîk û mixalefetê ye. Siberoja welêt dê bi hişyarî û bîryardariya di vî warî de were diyarkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst