Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Xarpet û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê rêyên 316 gundan ji ber berfê hat girtin.
Pêleke berfê beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê daye ber xwe.
Li Mûşê û navçeyên wê doh berfeke zêde bariya, berfê bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir.
Rêyên gelek gundan hatin girtin û astengî di çûnûhatinê de çêbûn.
Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr li gundan dest bi xebatên vekirina rêyan kirin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmûs Yentur ragihand ku wan bi 50 makîneyên kar û 65 karmendan xebatên vekirina rêyên gundan dane destpêkirin.
Yentur her wiha eşkere kir ku ji tevahiya 368 gundên Mûşê rêyên 210ê wan ji ber berfê hatine girtin û got:
“Em ji bo welatiyên me mexdûr nebin xebatên xwe didomînin.
Em dixwazin şofêr tedbîrên zivistanê wergirin.
Dema derdikevin rê bila zincîr û lastîkên zivistanê bi wan re hebin.”
Li aliyê din, doh ji nîvroj ve li Xarpetê jî berfeke zêde bariya û astengî di çûnûhatinê de çêkir.
Li gorî Îdareya Taybet a Xarpetê li navenda Xarpetê rêyên 30 gundan, li navçeya Xoxê rêyên 50 gundan, li Paloyê rêyên 13 gundan, li Madenê rêyên 9 gundan û li Kebanê jî rêyên 4 gundan ji ber berfê hatine girtin.
Wate bi giştî li Xarpet û navçeyên wê jî rêyên 106 gundan ber berfê hatine girtin.
Hat ragihandin ku tîman li Xarpetê jî xebatên vekirina rêyan dane destpêkirin.
Li gorî pêşbîniyên Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê dê îro jî barîna berf û baranê li beşeke zêde ya parêzgehên Bakurê Kurdistanê berdewam be û ji bo beşek ji parêzgehên Herêma Serhedê jî hişyariya aşûtê hat dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse