RÛDAW TAYBET - Wezîrê Petrolê yê Îraqê: Em li ser hinartina petrola Kurdistanê bi israr in

14-11-2023
Senger Ebdulrehman
Senger Ebdulrehman
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Heyan Ebdulxenî Pertola Kurdistanê Hinartin
A+ A-

Piştî serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya Hewlêra paytext, 12ê Çiriya Pêşîn şandeyeke pilebilind a bi serokatiya Wezîrê Petrolê yê Îraqê û Alîkarê Serokwezîrê Îraqê Heyan Ebdulxenî hat Hewlêrê.

Di şandeyê de ji bilî 2 cîgirên wezîran, berpirsên kompanyaya bazirganiya petrola Îraqê SOMOyê jî hebûn.

Şandeya Îraqî doh bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serok Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî diyar kir ku armanca wan hinartina petrolê careke din bê destpêkirin e.

Ebdulxenî da zanîn ku di civînên du rojên borî de behsa girêbestên kompanyayên berhemanîna petrolê yên Herêma Kurdistanê jî hatiye kirin.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî derbarê çareserkirina pirsa hinartina petrolê kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Senger Ebdulrehman da.

Rûdaw: Birêz Wezîr, hûn du rojan li Hewlêrê man û ji bo destpêkirina hinartina petrolê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiyan. Civîn çawa derbas bûn?

Heyan Ebdulxenî: Em niha li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê ne, bi serokatiya şandeke pilebilind a Wezareta Petrolê ku ji 2 nûner, hejmarek rêveberên giştî û hejmarek ji karmendên wezaretê pêk tên. Armanca me gotûbêjkirina li gel Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ye da ku hinartina petrolê careke din bê destpêkirin.

Di heyama du rojên borî de çendîn civîn hatin lidarxistin. Di civîna yekem de li gel birêz Mesrûr Barzanî, hemû mijarên girêdayî petrolê şirove kirin. Paşê me civîneke berfireh li gel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî, karmendên payebilind ên wezaretê û hejmarek şêwirmendên teknîkî li dar xist û tê de hemû aliyên vê mijarê hatin gotûbêjkirin. Li gel danasîna modela aboriyê ya van peymanan, hatin nîqaşkirin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ronîkirineke baş da Wezareta Petrolê ya Federal. Cewherê van girêbestan ji bo Wezareta Petrolê ya bi rêveberiya Hikûmeta Federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgeha şîrketan re eşkere bû.

Projeyeke me heye ku em van girêbestan li gorî yasaya ku destûra Îraqê destûr daye, bikin. Wekî tê zanîn di çarçoveya gera pêncem a lîsansên karkirinê de, Wezareta Petrolê bi çend kompaniyan re li ser bingeha parvekirina qazancê, ne parvekirina berhemanînê, girêbest îmze kiriye. Bi hêviya Xwedê em dê li hev bikin ku peymanan bi vî rengî sererast bikin.

Herwiha hinartina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Îraq û Tirkiyeyê hat gotûbêjkirin. Li ser gelek xalan me li hev kir. Divê hinek pirs bên çareserkirin û zelalkirin, me ji birayên Herêma Kurdistanê ravekirinên derbarê girêbestan de wergirtin. Em li ser bilezkirina proseya berhemanîn û hinartina petrolê pir cidî ne.

Wekî ku her kes dizane, qanûna bûdceya federalî li ser Herêma Kurdistanê ferz dike ku rojane 400 hezar bermîlên petrolê bişîne ku bi rêya boriya petrolê ya Îraq û Tirkiyeyê tê hinartin. Ji ber ku bûdceya dewleta Îraqê bi giranî bi hinartina petrolê ve girêdayî ye, di vê heyamê de me ziyan dîtiye. Ji bo lêkolînkirina van girêbestan emê vegerin Bexdayê, bi hêviya Xwedê di rojên pêş de em dê li ser hinartina petrolê bigihin rêkeftinekê.

Rûdaw: Ez bawer nakim ku Hikumeta Kurdistanê di mijara pêdaçûna girêbestan de bibe pirsgirêk. Ma hûn bi kompanyayan re diaxivin ku vê yekê çareser bikin?

Heyan Ebdulxenî: Gotûbêj li gel birayên Herêma Kurdistanê bi taybetî li gel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî hatin kirin. Me li ser civîneke hevpar a di navbera Wezareta Petrolê ya Federal, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û nûnerên şîrketên biyanî yên li herêmê kar dikin, li hev kir. Bi destûra Xwedê, her du alî dê li ser mekanîzmayek ji bo nîqaşkirina mijara kompanyayn li hev bikin û bigihîjin çareseriyeke ku her kesî razî bike.

Rûdaw: Kompanyayên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin dibêje, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê heyamê de 1 milyar dolar deyndarê berhemanîna wan e. Dê kî vî pereyî bide? Ji bilî vê yekê daxwaza 3 milyar dolarên din ku hikûmeta Herêma Kurdistanê berî niha petrol firotiye, dê çawa çareser bikin? Berê petrolê daye û pere wergirtiye, ev yek ji wan pirsgirêkan e û hûnê çawa vê pirsê çareser bikin?

Heyan Ebdulxenî: Birayên Herêma Kurdistanê deyn û daxwazên kompanyayên biyanî yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, pêşkêş kirin. Di dema nîqaş û diyalogên paşerojê de ev yek dê li ber çavan bê girtin û bi îzna Xwedê em dê bigihin çareseriyekê.

Rûdaw: Hûn geşbîn in ku hinartina petrolê di demeke nêzîk de ji nû ve dest pê bike?

Heyan Ebdulxenî: Bi destûra Xwedê em geşbîn in. Hemû atmosfera ku me di nîqaşan de dît erênî bû. Her du alî tekez dikin ku hinartina petrolê divê di demeke kurt de dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst