Senger Ebdulrehman

Senger Ebdilrehman peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê ye.
Bûyerên fermî û siyasî yên Başûrê Kurdistanê rûmal dike. Agahdarî û rewşenbîriya wî kir ku tevlîbûnên wî yên zindî di bultenên nûçeyan de bala temaşevan û guhdarên Rûdawê bikişînin.

Senger Ebdulrehman

Senger Ebdilrehman peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê ye.
Bûyerên fermî û siyasî yên Başûrê Kurdistanê rûmal dike. Agahdarî û rewşenbîriya wî kir ku tevlîbûnên wî yên zindî di bultenên nûçeyan de bala temaşevan û guhdarên Rûdawê bikişînin.

Jînname

Di Tora Medyayî ya Rûdawê de, dest bi karê televizyonê kir. Sala 2012an li Rûdawê hat wergirtin. Şeş mehan rahênan û perwerdeya rojnamevanî û peyamnêriyê li Rûdawê ji aliyê rahênerên Ewropî ve dît. Ji destpêka weşana Rûdawê di 29ê Gulana 2013an de wek peyamnêr kar dike.
Wek nûçegihanê kar û barên hikûmet, parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê kar dike. Serdana şandên bilind ên welatan ji bo Herêma Kurdistanê rûmal dike û herwiha çûna şandên bilind ên Herêma Kurdistanê ji bo Bexda û Tirkiyê rûmal dike.
Tevî peymanêrên din ên Rûdawê, beşdarî rûmalkirina şerê DAIŞê li Mexmûr, Mûsil û Kobanê di salên 2014-2017an de bû. Herwiha anîna termê Mam Celal ji bo Kurdistanê rûmal kir.

Di du hilbijartinên Parlamentoya Iraq û Kurdistanê de, programek bi navê (Çi Dikin?) pêşkêş kir. Di dema hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di Gulana 2018an de Senger ev program tevî Hêvîdar Ehmed pêşkêş kir. Di dema hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di Îlona 2019an de jî bi tenê pêşkêş kir. Herwiha hevrikiyên hilbijartina serokkomarê Iraqê li Bexdayê di sala 2018an de rûmal kir.
Roja 23ê Tîrmeha 2018an êrişa çend çekdaran li ser avahiya parêzgeha Hewlêrê rûmal kir, herwiha êrişa Xwaringeha HuQQabazê li Hewlêrê di roja 17ê Tîrmeha 2019an de rûmal kir ku rûmala Rûdawê di ajans û kanalên cîhanî de hat belavkirin.
Kar û amadebûna Senger Ebdilrehman di bûyerên girîng de kir ku Serok Mesûd Barzanî li pêşberî kamerayên dezgehên ragihandinê li Bexdayê ji Senger re bibêje “Maşella Senger! Hûn li her deverî ne.”
Senger Ebdilrehman sala 1980 li Helebceya Şehîd ji dayik bû. Sala 1988an ji ber kîmyabarana Helebceyê penaberî Îranê bû. Ji sala 1989 heta 1996an li Helebceya Nû jiya û ji sala 1996an û vir ve li Hewlêrê dimîne.
Beşê ragihandinê li Zanîngeha Silêmaniyê xilas kiriye. Di çend kovar û rojnameyan de jî kar kiriye wek Cemawer, Barzan, Helbûn û Sivîl.