Şaredariya Dêrezorê dest bi projeyên kanalîzasyonê kir

14-09-2024
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Xebatên Kanalîzasyonê Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya Dêrezorê li bajar û bajarokên kantonê bi 421 hezar dolarên Amerîkî gelek projeyên sererastkirin û firehkirina kanalîzasyonan da destpêkirin.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser li bajarê Siwerê ji bo temîrkirina kanalîzasyonê dest bi 2 projeyan hatiye kirin.

Projeya yekem li taxên bajêr e û 580 metreyan dirêj e û projeya duyem jî li kolana sereke ya bajêr e ku 450 metreyan dirêj e.

Li bajarê Kîsratê yê û li gundê Hemar El Elî (Kolana Peymangehê) projeyeke kanalîzasyonê dê dest pê bike, proje 580 metreyan dirêj e.

Her wiha li bajarokê Seweyê jî projeya kanalîzasyonê ya 450 metreyî dirêj dê dest pê bike.

Endazyarê Şaredariya Dêrazorê Yûsif El Şehab eşkere kir ku kantona Dêrezorê zehmetiyên mezin ên kanalîzasyonê dikişîne.

Ew ji ber pirsgirêkan kanalîzasyonê projeyên nû didin destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst