Çîftyurek ji bo Başûr û Rojavayê Kurdistanê bangî Cumhurê kir

14-08-2024
Nîşan Sînan Çîftyurek Rojavayê Kurdistanê Başûrê Kurdistanê Tifaqa Cumhurê Bang
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bangî Tifaqa Cumhurê kir û got, “Destê aştiyê dirêjî Rêveberiya Xweser û Herêma Kurdistanê bikin.”

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek li çiyayên Bedlîsa Bakurê Kurdistanê vîdeoyek girt û bal kişand êrişên li ser Kurdan û çand û zimanê Kurdan.

Ev demek e li Bakurê Kurdistanê hişyariyên Kurdî yên ku şaredariyên DEM Partiyê li ser rêyan dinivîsîn bi biryara Wezareta Karên Navxwe tên jêbirin.

Dîsa rojane li gelek deveran gelek kes ji ber govend û dîlanên Kurdî tên desteserkirin ku piraniya wan xort û ciwan in.

Çîftyurek ev kiryarên hikûmetê yên dawiyê bi bîr anîn û got:

“Dest ji êrişên li ser ziman û govendên Kurdî berdin. Pirsgirêkên cotkaran çareser bikin.”

“Tifaqa Cumhurê siyaseta şer dimeşîne”

Sînan Çîftyurek rexne li Tifaqa Cumhurê girtin ku ji MHP û AK Partiyê pêk tê û got:

“Ev demek e Tifaqa Cumhurê êrişî ziman, çand, govend û dîroka gelê Kurd dike.

Li hundir û derve ew qas pirsgirêk hene. Pirsgirêka cotkaran, bêkaran, xwendekaran û bi sedan pirsgirêk hene.

Li derveyî sînoran jî bi sedan pirsgirêk hene lê Tifaqa Cumhurê ji bo hizra gel ji ser pirsgirêkên aborî biguhere, li derve siyaseta şer dimeşîne û li hundir jî ziman, çand, govend û dîroka gelê Kurd qedexe dike.

Dayîk û xortên me dema kilameke Kurdî dibêjin an govendê digirin wan destser dike û digire.”

“Destê aştiyê dirêjî Rêveberiya Xweser û Herêma Kurdistanê bikin”

Sînan Çîftyurek ji bo Başûr û Rojavayê Kurdistanê bangî Tifaqa Cumhurê kir û li pey çû:

“200 salan van êrişan berdewam kir lê gelê Kurd qet ji çand û zimanê xwe veneqetiyaye.

Li derveyî sînor dest ji êrişên li dijî destkeftên gelê Kurd berdin.

Ev ne çareserî ye. Destê aştiyê dirêjî Rêveberiya Xweser û Herêma Kurdistanê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst