Li Şirnexê çalakî û mitîng hatin qedexekirin

14-06-2020
RÛDAW
Nîşan Şirnex Bakurê Kurdistanê Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Colemêrgê, Walîtiya Şirnexê jî encamdana çalakiyan  bo dema 15 rojan qedexe kir.

Walîtiya Şirnex a Bakurê Kurdistanê, bi hinceta rênmayên rêgirtina li belavbûna koronayê, çalakî û mitîng bo dema 15 rojan qedexe kirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Şirnexa Bakurê Kurdistanê, çalakiyên weke, civîn, meş, mitîng, daliqandina pankartan, daxuyaniyên ragihandinî, xwepêşandan, konsêrt, belavkirina belavokan, vegirtina çadiran û hemû çalakiyên weke wê, ji 15ê Hezîranê ve, bo dema 15 rojan, li ser biryara Rêveberiya Tendirustiyê di nav sînorê parêzgehê de, hatine qedexekirin. Li gor zanyariyên Walîtiyê, kesên ku pabendî qedexeyê nebin dê bên cezakirin.

Duh jî Parêzgarê Colemêrgê hemû core çalakiyê weke xwepêşandan, meş, daxuyaniyên rojnamevanê, mitîng, vedana konan bo dema 3 rojan qedexe kiri û sedm li asayîş û parastina tendurstiya giştî vegerand.

Ev qedexe di demekê de ne ku, HDPê xwe ji bo birêvebirina meşekê ji Colemêrg û Edîrne bo Enqere amade dikê de ye, ku ew meş jî li dijî stendina mafê parlementeriyê ji 2 parlementêrên HDPê û girtina wan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst