Li 11 herêmên Şirnexê qedexe hat ragihandin

13-09-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê heta 15 rojan, 11 dever ji çûn û hatina welatiyan re hatin qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê derbarê qedexekirina çalakiyan de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê çûn û hatina 11 deverên li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê hatiye qedexekirin.

Li gorî biryarê, qedexeya li wan deveran ji îro heta 27ê Îlonê di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê ya demkî” berdewam dike.

Hatiye gotin ku nabe di heyama wan 15 rojan de welatî ne bi roj û ne jî bi şev herin wan deveran.

Çiya û navçeyên ku li gorî biryara parêzgariyê hatine qedexekirin wiha ne:

Çiyayê Cudîyê, Besta, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn, Çiyayê Zêrîneyê, Geliyê Bêtkarê, herêma gundê Dol û Tenînê.”

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia dike ku ew qedexe ji bo “pêkanîna ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtîjiyê û her rûdaneke neyînî” hatiye ragihandin.

Beşeke zêde ya xelkê parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dike ûeEv qedexe bandorê li jiyana xelkê dike. 

Navçeyên ku hatine qedexekirin jî bi piranî ew navçe ne ku ajeldar 4 demsalan ajelên xwe li wan diçêrînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst