ŞIRNEX - 10 rojan hemû çalakî qedexe ne!

17-09-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û standan û çalakiyên rûniştinê 10 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê ragihand ku ji roja Yekşema 17ê Îlona 2023yan heta 25ê Îlona 2023yan 10 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grev, vedana kon û standan qedexe ne.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de got:

“Ji bilî çalakiyên wek cejnên fermî, bîranînên fermî û merasîm, bername, civîn û xwepêşandanên ku parêzgarî û qeymeqamtî destûrê bidin li hemû parêzgehê, civîn, xwepêşandan, pêşwazîya bikom û oxirkirin, daxuyaniyên sazî li derveyî avahiya xwe bidin, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vedana kon, merasîmên bîranînê, konser û hemû cor çalakî di navbera 17ê Îlonê demjimêr 00:01ê heta 25ê Îlonê demjimêr 23:59an hatine qedexekirin.”

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê salên dirêj in bi berdewamî qedexe tê ragihandin û qedexeya heyî jî tê dirêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst