Partiyên Kurdan dê roja înê Kongreya Neteweyî li dar bixin

14-04-2025
RÛDAW
Nîşan Kongreya Neteweyî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Neteweyî ya aliyên siyasî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê 18ê Nêsanê tê lidarxistin

Li Rojavayê Kurdistanê partiyên Kurdan plana lidarxistina kongrayeke netweyê dikin ku armanca wê bihêzkirina yekîtiyê û çareserkirina nakokiyên navxweyî yên derbarê danûstandinên bi Şamê re ye ku demeke dirêj e berdewam dikin.

Tê gotin ku Kongreya Neteweyî dê roja Înê 18ê Nîsanê were lidarxistin.

“Em bibin yek, em dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin”

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsifê ji medyaya nêzîkî partiya xwe re got, "Yekîtiya Kurd, mifteya derbasbûna hemû astengiyan û çareserkirina nakokiyên me ye.

Dema ku em bibin yek, em dikarin bi ser pirsgirêkên xwe de werin."

Perwîn Yûsifê da zanîn ku kongre dê 18ê Nîsanê were lidarxistin û dê 300 nûnerên ji hemû partiyên Kurdan, kesayetiyên neteweyî û tevgerên jinan bîne cem hev û got:

“Encama herî girîng a kongreyê dê yekkirina helwesta me û daxwazên me be."

Her wiha Yûsifê bangî hemû partiyên Kurdan kir ku rojeva taybetî ya partiyan li aliyekî bihêlin û ji bo berjewendiyên neteweyî yên berfirehtir tevbigerin.

Belavbûna nûneran

Tê gotin ku 170 nûnerên Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd bin, li gel wan jî nûnerên Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd a Sûriyeyê, Partiya El-Wehdeyê ya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (Yekîtî), Partiya Aştî ya Demokrat a Kurdistanî, Partiya Wîfaq a Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê, Tevgera Xwebûnê û hinek aliyên din jî beşdarî bibin.

Her wiha dê 130 nûner li ser navê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) beşdarî konferansê bibin.

Niha komîteyeke amadekar ji bo wê konferansê hatiye pêkanîn ku ji 7 kesan pêk tê lê dibe ku hejmara wan bigihêje nêzîkî 12 kesan.

Xalên sereke yên wê konferansê dê her 13 xalên rêkeftina ENKS û PYDyê bin, di serê wan de jî dê “yekîtiya stratejîk a gotara Kurdan” her wiha “pêkanîna şandeyeke hevbeş ji bo diyaloga li gel Şamê” hebin.

Berî niha hinek aliyên siyasî behsa lidarxistina kongreyeke neteweyî ya aliyên siyasî yên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê dikir lê li gorî heman agahiyan ew hevdîtin dê bi navê konferansê be, ne bi navê kongreya neteweyî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst