Bayram Bozyel: Îro tifaqa Kurdên Rojavayê ji her tiştî girîngtir e

13-12-2024
RÛDAW
Bayram Bozyel / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Bayram Bozyel / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Bayram Bozyel Rojavayê Kurdistanê Kurd Tifaq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel diyar kir ku Kurd dikarin li Sûriyeya nû bibin xwedîrol û got, “Îro tifaqa Kurdên Rojavayê ji her tiştî girîngtir e.”

Tehrîr El Şamê (HTŞ) birêvebiriya Sûriyeyê xist destê xwe û niha çarenivîsa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê nîqaşkirin.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel mijar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re nirxand.

“Ji bo Kurdan hêviyeke nû ye”

Bozyel diyar kir ku li Sûriyeyê serdemeke nû dest pê kiriye û ev serdem dê dirêj biajo û got, “Tehrîr El Şamê (HTŞ) Şam standiye lê kes dewletê teslîmî wê tenê nake.”

Bayram Bozyel ev rewşa nû bi rengê “Ji bo Kurdan hêviyeke nû ye” pênase kir û anî zimên:

“Derfeteke dîrokî li ber derî ye, eger em vê derfetê bi kar nayînin em dê 100 salî winda bikin.”

“Kurd teqez dê li wir xwediyê statuyekê bin”

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel da zanîn ku Tirkiye pirsgirêk e û pê de çû:

“Tirkiye niha problem e, ez di wê qenaetê de me ku Amerîka û Tirkiye dê li hev bikin çimkî Amerîka û Îsraîl ne dihêlin Sûriye li gorî Tirkiyeyê dîzayn bibe ne jî dikarin Tirkiyeyê ji binî derxin derveyî sehneyê.

Ji ber vê jî dê li hev bikin. Kurd teqez dê li wir xwediyê statuyekê bin.”

“Dê sîstemeke pirrengî çêbikin”

Bayram Bozyel diyar kir ku mirov nikare ji niha ve awayê vê statuyê texmîn bike û got:

“Eger wisa nebe, ev tê vê wateyê ku kesî dersek ji vê pêvajoyê dernexistiye.

Yek ji sedemên krîzê ew bû ku desthilata Sûriyeyê di destê komekê de hatibû komkirin.

Niha dê tecrubeyeke nû biceribînin. Dê Kurdan jî Suniyan jî û Nûseyriyan jî tevlî vê pêvajoyê bikin û sîstemeke pirrengî çêbikin.”

“Kurd dikarin bibin çîmentoya Sûriyeya nû”

Bozyel destnîşan kir ku Kurd “têkoşer, sekuler û medenî” ne û xwe lê berda:

“Kurd dikarin rolekê erênî bigerînin û tewr dikarin di navbera Sunî, Nûseyrî û civakên din de bibin çîmentoya Sûriyeya nû.

Ji ber vê jî îro tifaqa Kurdên Rojavayê ji her tiştî girîngtir e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst